KAHÎRE – Beriya 124 salan, yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistan li peytexta Misir, Qahîra ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan derket. Rojnamevanê misirî Seyid Ebdulfetah bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Kovara Kurdistan derxist.
Kovar bi zimanê erebî weşanê bike wê bibe. Li gorî rojnamevan Seyid Ebdulfetah” Kovar dê bibe dengê gelê Kurd, doza wê û mafên wê yê rewa. Her wiha dê dîrok, şaristanî, mîrat, fikir, wêje û hunera kurdî nîşan bide. Kovar mîna pira peywendiya bi cîhan, gelê Ereb, bi taybet gelê Misirê re ye.”
Kovar dê her 3 mehan carekê hejmarek derxîne. Ebdulfetah diyar kir ku ji ber hezkirina xwe ya ji gelê Kurd re ev kovar derxistiye û dê bibe bûyerek ku her kurdekî kêfxweş bike.
Seyid Ebdullefetah got: “Kovara Kurdistan, kovareke serbixwe ye, ne girêdayî tu aliyekî, lê gelê Kurd, çand û doza wê îfade dike. Tevahî nivîskarên wê Kurd in ku nivîs, nêrîn, berhemên xwe yên fikirî, afrînerên xwe yên çandî û wêjeyê parve bikin.”
Li gorî rojnamevan Ebdulfetah, mijarên kovarê, fikirî, çandî û hunerî ne, di hejmara yekem de girîngî da komkujiya Enfalê û rojnameya Kurdistan a ku j aliyê malbata Bedirxan ve hate derxistin.
Ji mijarên ku di hejmara yekemîn a Kovara Kurdistan de hatine parvekirin, rola Kurdan li Misirê, têkiliyên dîrokî yên gelê Kurd û gelê Misirê. Her wiha gotar li ser projeya dewleta federal a li Sûriyê, bingehên avakirina fikirekî Kurd ê nûjen, Kurd ji şikeftan heta avakirina şaristaniyan, beriya îslamê li gel Kurdan ol, Kurd di pirtûka pîroz de, Kurd û îslam, zimanê kurdî, astengiyên li pêşiya çanda kurdî, ragihandina kurdî, nêrîna niştimanî di helbestên Feqê Teyran de hatin weşandin. Kovarê cih da helbest û kureçîrokan jî