STENBOL – Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li Herêmên Parastina Medyayê zêde dibin. Gelek kes bi pêşengiya jinan duh bi şev li navçeyên cuda yên Stenbolê hatin cem hev û bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan.
Girse li taxên cuda li hev civiya û bi dirûşmeyan li taxan meşiyan. Girseya ku bi çepik û zilgitan dest bi meşê kir, gelek caran dirûşmên “Bimre xiyanet”, ” Bijî berxwedana Gerîlla” û “Bijî berxwedana zindanê” berz kirin.