BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate ragihandin ku tîmên gerîla yên bi tevger “bersiva pêwîst” didin dewleta Tirk a dagirker.
Li gorî daxuyaniyê, li herêma Zapê 3 leşkerên din hatin cezakirin, yek jî birîndar bû.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker, ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve bi ruhê milîtaniya Apoyî ve hate pêşwazîkirin û li her qadê derbên giran li dagirkeran hate xistin. Tîmên me yên gerîla yên bi tevger ku li ser xeta fedaiyên me yên nemir dimeşin û derbên giran li dagirkeran dixin, taktîkên dema nû bi pratîkeke afirîner bi cih tînin û bersiva pêwîst didin êrişên giran ên dagirkeran.
Di şerê giran de hevrêyê me yê Fedaî yê ji ewladê leheng û hêja yê gelê me yê Ereb bi lehengî şer kir, derbên giran li dagirkeran xist û şehîd bû.
Di çalakiyên xurt ên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Agahiyên berfireh ên çalakiyan wiha ne:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
22’ê Nîsanê saet di 14:30’î de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên li qada berxwedanê ya Girê Karker bi balafiran 6 caran bombe kir û piştre xwest bi pêş ve biçe. Bi destwerdana xurt a hêzên me re şer qewimî û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin. Heman rojê saet di 17:40 û 19:10’an de dagirkeran careke din xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, hêzên me jî bi rêbaza sabotajê, bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di encama destwerdana xurt a hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
22’ê Nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de çeperên şer ên li qadên berxwedanê yên Karker, Şikefta Birîndara û Gİrê Ortê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Li qadên berxwedanê şerê navbera hêzên me û dagirkeran bi rengekî giran dewam dike.
22’ê Nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de artêşa Tirk a dagirker xwest hêzên xwe bi helîkopteran li quntarên Çiyayêreş, Girê Rûbar û Girê Kovî deyne. Bi destwerdana hêzên me re şer qewimî û hîn jî dewam dike.
22’ê Nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn zelal nebû.
22’ê Nîsanê saet di navbera 17:30-22:50’î de qadên Çemço û Şehîd Adil ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û balafirên şer hatin bombekirin.
GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ
Hevrêyê me Fedaî ku di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih digirt û li herêma Avaşînê hîn ji roja destpêkê ya êrişa dagirkeriyê ve sînga xwe kir çeper û li refên herî pêş bersiv da dagirkeran, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Fedaî ku ewladê leheng û hêja yê gelê me yê Ereb û, bi berxwedana xwe ya bi lehengî bi baweriya kûr a ji paradîgmaya neteweya demokratîk û îdeolojiya Apoyî têkoşiya û bû yek ji lehengên di berxwedana me de bû sembol.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Fedaî wiha ne:
Nasnav: Fedaî Kobanê
Nav paşnav: Hazim Elî El Nofel
Cihê jidayikbûnê: Cezaa
Dayik-Bav: Meryem-Elî
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Nîsana 2022 / Avaşîn