NAVENDA NÛÇEYAN –
Îkram Balekanî Nivîsand
Xiyaneta herî mezin jî di dema bêbextiya navdewletî ya li dijî rêberê Gelan Abdullah Ocalan de pêk hat.
Dema Ocalan li Roma ya paytexta Îtalyayê bû, Kurdistanî li ser piyan bû. Ew bû dengê dilê bi miliyonan Kurdistanî. Lê Mala Barzanî xiyanet kir. Dosyayek dan dewleta Îtalyayê û jê xwestin cî nede Ocalan.
Li ser vê yekê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar dibêje: PDK’ê dosya da Îtalyayê û jê xwest rêber Apo qebûl neke. Wekî din heta niha wek kengê dîdiye kak Mesûd carekê gotinekê bêje. Daxwaza azadiya Rêber Apo bike an jî careke ji bo azadiya wî imzekê bide.
Sala 2008’an êrişa li ser Zapê û berxwedana bêhempa, tevî piştgiriya gelê Bamernê, Amêdiyê ew lîstik hate pûçkirin û destana Zapê hate nivîsîn.
Sala 2013’an ku bi pêşengiya rêberê gelan Abdullah Ocalan hewildana Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê pêş ket, li Hewlêrê gelek civîn pêk hatin. Lê dîsa Mesûd Barzanî li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî tevgeriya û ew xeyala tifaq û hevgirtina Kurdan pûç kir.
Ocalan bi caran 8 xal pêşniyar dikirin. Di nava de Artêşa Hevbeş a Kurdistanê, Komîteya Hevbeş a Dîplomasiya Kurdan jî hebûn. Heta pêşniyar kir ku Mesûd Barzanî û Leyla Zana bibin hevserokên Kongeray Neteweyî. Lê dîsa jî mala Barzanî ev hewildana pîroz xira kir û xeyalên sedsalekê pûç kirin.
Di sala 2013-2014’an de li dijî Rojavayê Kurdistanê xendeq kolan û dîwar lê kirin.
Sala 2014’an dema Şengal radestî DAIŞ’ê kirin û derketin, ji bo ji wan qendexan derbas bin, bi destê xwe ew xendeq dadigirtin. Ev jî karesateke din bû.
Deriyên Başûr di ser Rojava de girtin. Heta wê çaxê Elî Ewnî yê KDP’yî ku şoreşa Rojhilat Fetisandibû, vê carê dixwest ya Rojava bifetisîne, li ser televîzyonê digot: Eger ewqas mêrxas in bila herin deriyekî din vekin. Em ji wan re deriyan venakin. Piştî vê axaftinê hefteyekê dewam nekir, YPG’ê berê xwe da Til Koçerê û ew der azad kir.
Li Kurdistanê di hêz û partieke Kurdistanî tineye ku mala Barzanî şerê wan nekiribe. Di sala 2017’an de jî li Sinûna Şengalê êrîşî zorakên Êzîdxanê kir. Dema gerîlayên HPG’ê bûne navbeyînkar û xwe dan pêşiya wan, 2 gerîla şehîd xistin û êriş kirin.
Leşkerên Roj ên ku Tirkiye wan perwerde dike, bi çek dike, wekî caş û milîs di şerê li dijî Kurdan de bi kar tînin.
Ji bo ku xeta gaz û petrola Kurdistanê ya ku di ser Rojava re derbas bibe û biçe Ewropayê asteng bike, piştgiriya Tirkiyê kir. Dema şervanan xwest Rêya Kobanê û Efrînê vekin, Mesûd Barzanî çû Stenbolê. Rojekê piştî hingê Tirkiyê êrişî Cerablusê kir û got ezê xeta Kurdan (Kanala Kurdan) asteng bikim.
Referanduma Serxwebûna Kurdistanê jî lîstikek din bû ku projeya Kurdistana Mezin astegn bikin. Bi vî rengî bi mêjiyê Tirkiyê tevgeriyan û ev hincet dan destê Tirkiyê ku 4 dewletan li dijî Kurdan bîne ba hev. Di encamê de Kerkûk jî di nav de ji sedî 51’ê axa başûrê Kurdistanê teslîmî Iraqê kirin û xwe paşve vekişandin. Eger na ti hinceteke Iraqê tinebû ku êriş bike û wê axa azadkirî ji dest Kurdan neçûya.
Piştî hingê jî Barzanî bi rêya çeteyên ENKS’ê rêya dagirkirina Efrînê vekir. Li qada cîhanê hewil dan ku YPG’ê û YPJ’ê reş bikin, bixin lîsteyan da ku alîkariya leşker nedin wan.
Li ser televîzyonên Tirkiyê pesna dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî didin.
Neft û petrola Kurdistanê ji bo 50 salî pêşkêş dane Tirkiyê. Peyman jî ew qas xirab e ku eger di nava axa Tirkiyê de jî borî biteqe, wê ti pere nede wan. Lê eger mêjiyê wan ê Bazirganî û pêşbîn bûya, wê bigotana li gorî peymanên Nevneteweyî, heta di nava axa min de ye, ez berpirs im, di nava axa te de çi bê serê wê ez ne berpirs im. Eger biteqe jî ez li gorî peymana Rojane çend Bermîl be, pere digrim. Mesele peymana Îran û Tirkiyê wisa ye.
Niha jî dixwazin xiyaneteke din bikin û gaza Kurdistanê bidin tirkan. Çiyayên Kurdistanê têne bombekirin, deng nakin. Tevî eskerên tirk daran dibirin û rê ji Tirkiyê re xweş dikin. Rayedarkên PDK’ê bêyî ku şerm bikin, li ser televîzoyan dibêjin, gerîlayên PKK’ê xwe di pişt wan daran de vedişêrin, ber hindê wan daran dibirin.
Şêx Ethem Barzanî jî dibêje Tirkiye başûrê Kurdistanê dagir dike. Tevî ku parlementoyê biryar daye ku leşkerên tirk derxin lê vê biryarê bi cih nayînin.
Niha jî dixwaze qadên gerîla dorpêç bike û rêya êrişên Tirkiyê xweş dike. Gotineke Kurdan heye kê bikeve pêşiya dijmin û bibe ser kurdan, ew caş e. Eger şer biqewime jî ew ne şerê birakujiyê ye, şerê namûs û bênamûsan e. Têkoşîna li dijî caş û nokeran e.
dawi.