NAVENDA NÛÇEYAN – PDK’ê hebûna xwe bi tevahî bi hêzên cîhanî ve girêdaye û bi tifaqa dewleta Tirk re siyasetek dimeşîne. Dewleta Tirk bi rêya PDK’ê dagirkerî û dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Bi salan e Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve radestî dewleta Tirk a dagirker tê kirin. Bi ser de jî ev rewş ji berê heta niha berdewam kiriye. Bi taybetî ji roja jidayikbûna tevgera azadiya Kurd û vir ve, her roja ku derbas dibe cihê xwe weke aktorê sereke yê siyaseta dijmin li herêmê zêde kiriye. Ji bo ku em rewşa başûrê kurdistanê têbigihêjin, wê bi faydetir be ku em geşedanên siyasî yên rojane analîz bikin û li sosyolojiya xiyaneta PDK’ê binêrin.