SILÊMANÎ – Bi sedan welatiyên Silêmanî bi pêşengiya jinan li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê dimeşin.
Bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li hemberî qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê ku ji 17’ê Nîsanê ve dayî destpêkirin, bi sedan welatiyên Silêmanî bi pêşengiya jinan daketin qadan.
Meşa bi pêşengiya jinan li Kolana Salim a bajêr destpêkir. Tê payîn ku wê heya Emne Sûreke dom bike. Di meşên de pankarta li ser hatî nivîsandin “Silav li berxwedaniya gerîla, na ji dagirkerî û nokeriyê re, belê ji bo têkoşîna hevbeş” hat vekirin û gelek wêne û dovîzên ku dagirkerî û hevkariya PDK’ê teşhîr dikin hatin hilgirtin. Di heman demê de wêneyên jinên pêşeng ên Kurd jî hatin hilgirtin.
Çalakvan di meşê de bê navber bi berzkirina dirûşmeyên dijî dagirkeriya Tirkiyê û hevkariya PDK’ê hêrsa xwe tînin ziman. Di heman demê dirûşmeyên piştewaniyê ya bi gerîlayên azadiyê jî tên berzkirin.