QAMIŞLO – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojava yê kantona Girê Spî yên dagirkirî yên nêzî eniyên şer, Ehmediyê, Dînak, Erîda, Bîr Ereb, Serzûrî, Huriye, Kopirlîk û Xanê bi dijwarî topbaran dikin.
Di topbaran li ser gundê Xanê de welatiyê bi navê Hemûdî Elî Osman jiyana xwe ji dest da û welatiyên din birîndar bûn. Ji birîndaran Eyûb Mihemed (50) ê muxtarê gundê Bîr Ereb hat naskirin.
Topbaran dewam dike.