NAVENDA NÛÇEYAN –
Harûn Apoyî Nivîsand
Berya bi sedsalî wek ku herkes dizane, şerê cîhanê yê yekem çêbû, dujminên me yên heta qiyametê Firensa û Birêtanya di şer de bi serketin. Piştî şer em û welatê me kurdistan parçe parçe kirin, dewlet û destûrên faşîst li Şam, Enqere, Begdad û Tehranê avakirinû hemû kirin wek kûçkên har û dev bi gilêz û bera me kurdan dan. Di encamê de Kurdê bi esl û nesil ev qirkirin û bêrûmetî wek her carê redkirin û serî hildan jor. Ji serhildana Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî, Dêrsim Simkoyê Şikakî heta bi Komara Mihabad bi qehremanî şerkirin. Lê weke niha, van dewletên Ewrûpî yên kapitalîst çekên pêşketî dan dujminên faşîst daku kurdan qirkin. Dema nekarîn bi xwe jî êrîşî me kurdan kirin, mînak li Silêmanê Birêtanya bi balefiran berya sed salî li Medaye ji bo şikandina serhildana Berzencî li ya Simkoyê Şikakî jî daye. Rûsya jî li ya Agirî daye û her wiha ta roja îro. Di encamê de bi sedhezaran kurd hatin komelkujkirin hemû jî sivîlbûn.
Em niha jî di nav şerê cîhanê yê sêyemîn de ne. Di vî şerî de bi pêşengtiya, Rêber Apo û PKK, kurd bûne xwedî hêz û sitratêjiya xweparastinê, bûne xwedî felsefe û zanabûn, rêxistin û siyaset û wisa Rêber Apo û PKK kurd ji nav lepên qirkirina fîzîkî û çandî parastin.
Ji ber wê Emerêka û Nato û dagirkerên faşîst tirsiya ne û harbûne û bi hemû hovîtiya xwe sîlehên kêmyewî jî di navde, dixwazin di vî şerê cîhanê yê sêyem de kurdan qirbikin. Ji bo vê jî Rêber Apo ku dil û mejiyê vê şoreşê û gel temsîl dike, xistine bin tecrîda mûtleq û îşkenceya pîskolojîk. Li milekî din qada çîyayên kurdistanê ku mîna hestûyê piştê (amûd fîqerî) ye dixwazin bişkênin û wisa kurdan û şoreşa wan bidin erdê. Ji ber wê ewqas êrîşî çiyayên kurdistanê dikin, dizanin ku çiya bikeve, Maxmûr, Şingal, Rojavaû bakûrê Kurdistanê wê hemû bişkên û bikevin.
Ji ber wê tişta ku niha her kurdek, ciwanek jinek, gel bi giştî bike ewe, tevlî PKK bibin, gerîla zêdebikin, cebheya xwe ya leşkerî bihêzbikin, ya din êdî serhildana sed salê lazime, pêwîste herkes berê xwe bide van dîwarên di nav me de danîne û bi serhildana sivîl bi dujmin re têkevin şer û wisa qiyameta sedsalê rakin, berxik û mirîşk bile li ber mirinê li ber xwe didin. Em gelekin, dixwazin me qirbikin, pêwîste em qiyametê li cîhanê rakin ji bo parastina xwe.
Dujmin dema dixwazin kurdên azadîxwaz û bi rûmet ji holê rakin her tim xayînên kurd wek xençera li piştê bikaranîne, malbata Berzanî piraniya serhildan û şoreşên vê sedsalê vala derxistn. Li her çar parçeyên Kurdistanê.
Li Rojhilat hem pêşeng bi xayîntî şehîdxistin, li Başûr şerê tevgera rencderan a şoreşger û YNK kirin, li Bakur doxtor Şivan kuştin, ji dema ku PKK derketîve, bê navber van çeteyên Berzanî bi turk û Emperyalîsyan re, şerê tevgera azadê dikin. Li dijî şoreşa rojava bi Turkê Îxwanî Muslumîn û DAIŞ û Cephet el Nusra re şerê mekirin û hîna dikin.
Ji dujmin zêdetir êrîşî Şengal û êzîdiyan dikin. Êdî ji xayînên malbata berzanî re bese ku bi qedera gelê me dilîzin û di qirkirinê re derbasdikin. Ji bo wê dem hat ku em vê sedsalê bikin sedsala kuka xiyanetê qelandinê. Hêrsa ku di dilê gel û ciwanan de li çarparçeyen kom bûye,di vê demê de pêwîste bi qasî dujmin xayînên mabata Berzanî bike hedef.
Qedera gelê kurdistan di piratìkê de girêdayî cesaret welatparêzî û fedayîtiya ciwanên berxwedêr maye. Ji ber wê ku ciwan li gor xeterî û berpirsyartia demê têkevin tevgerê wê serkefina sedsalê ya kurdîtiya azad bê.