HEWLÊR – Şandek Mekteb Siyasî ya Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan û Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê kirin û dijberiya xwe ya dijî dagirkeriyê anîn ziman. Endamên şandeyê bang li her kesê kirin ku sibe li Hewlêrê tevlî çalakiya dijî êrişên Tirkiyeyê bibin.
Şandek Mekteb Siyasî ya Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan û Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê, serdana Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê kirin. Şande ji aliyê hevserokên Nûnertiya HDP’ê ve hatin pêşwazî kirin.
Endamê Mekteb Siyasî ya Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê Xelîl Mehmud derbarê armanca serdana ji bo HDP’ê ji Rojnews re axivî û got; “Em dijî hemû dagirkeriya ser Kurdistanê ne û êrişên dewleta Tirk yên ser xaka Herêma Kurdistanê şeremzar dikin. Pêwîste hemû aliyên siyasî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya ser Herêma Kurdistanê bibin yek. Divê dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin. Emê sibe ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê, li ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê xwepêşandanek lidarbixin. Em bang li hemû aliyên siyasî xelkê dikin da ku tevlî xwepêşandanê bibin.”
Yek ji rêveberê Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê Paşan Şaxewan jî got; “Me îro serdana Nûnertiya HDP’ê kir, me di serdanê de êrişên dewleta Tirk ya ser xaka Başûrê Kurdistanê guftugo kir. Em êrişê bi tundî şermezar dikin. Pêwîste hemû aliyên siyasî, hemberî êrişên Tirkiye yên ser Herêma Kurdistanê xwedî helwest bin û ji bo dawî li êrişan bê, hewldanên xwe zêde bikin.”