NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşgerekî ji welatê Baskê niha ji bo ku şoreşê bi çavên xwe bibîne serdana Rojava dike. Li welatê xwe gelek tişt bihîstibû, xwendibû û bi hevalan re li ser wê nîqaş kiribû. Lê di dawiyê de ew bi xwe ber bi Rojava ve hat kişandin.
Civaka li welatê Baskê bi xwe xwedî dîrokeke dirêj a berxwedaniya civakî ya li dijî faşîzma Spanyayê ye, ku heta roja îro Baskiyan weke gelên cuda nas nake, welatê wan dagir dike û bi rêbazên şerê taybet wan zilmê dike. Gelek ciwanên ku li dijî dagirkeriya Spanyayê li ber xwe didin, di girtîgehên Spanyayê de ne, gelek caran heta hetayê.
Ciwanên li welatê Baskê bi vê çîrokê mezin dibin, bi vîna hundirîn a azadiyê, bi şoreşê û bi vîna kûr a dawî li serketina civakê mezin dibin. Lê belê berxwedana li welatê Baskê hatiye parçekirin, dijminê Spanyayê zêde bandor li ciwanan kir, bandorên modernîteya kapîtalîst a li dilê Ewropayê gelekî xurt bû. Tevî vê yekê jî welatparêziya dilpak a gelê Bask berdewam dike.
Baran yek ji wan e ku bi vê xwesteka xwe ber bi Rojava ve çûye û bi vê welatparêziyê ji ajansa me ya Baskî re diaxive, tevî ku dizane em ji ziman fam nakin. Bi taybetî ji bo wî girîng e ku bi zimanê gelê xwe peyamekê bişîne.
Enternasyonalîst Baran der barê serpêhatiya xwe de ji ajansa me re axivî û wiha got:
Mirov li Rojava tê çi wateyê ne hêsan e ku mirov rave bike. Gotinên ku edaletê pêk tînin tune. Ger hûn bi rastî dixwazin hîs bikin û fêm bikin ku tê çi wateyê li Rojava, divê hûn werin vir. Divê hûn bi civakê re, bi hêzên çekdar re bin, ji bo fêm bikin ka li vir çi diqewime. Gelek ji me her roj têdikoşin ku li dora xwe jiyanek azad ava bikin, lê ne hêsan e.
Li vir em vê jiyana azad ne tenê bi awayekî teorîk, di warê pratîkî de jî ava dikin. Em bi rastî jiyana azad dixwazin. Ji bo ravekirina çawa ev ava dikin, ji bo ravekirina dostaniya ku di navbera mirovan de pêk tê gotin tune. Hêdî hêdî pêşdeçûna xwe didomînin û jiyana civakê weke dawî, jiyana azad jî weke dawî dibînin. Ez difikirim ku tiştê ku li vir diqewime di dîrokê de qet carî nebûye.
Gelek şoreş çêbûne, lê hesta vê şoreşê cuda ye. Ji aliyê dewleta Tirk, Iraq, Îran û Sûriyeyê ve, ji aliyê hêzên Ewropayê ve jî êrîş li wan tê kirin. Lê her sal ev gel bi ragihandina jiyana xwe ya azad li ber xwe dide.
Wê demê ji bo enternasyonalîstan pir girîng e ku werin vir da ku bi rastî bibînin û fêm bikin ka çi diqewime. Li Ewropa, Amerîkaya Latîn, Asya, Afrîka û hemû cîhanê belavkirina şoreş û jiyana azad gelekî girîng e. Ji ber vê yekê ne tenê ciwanan bang li ciwanan dikim ku werin vir û fêm bikin ka Rojava çi ye, şoreş çi ye.”