ŞENGAL – Ciwanên Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê anîn ziman û gotin; “Ger pêwîst bike, emê biçin bi gerîla re dijî dijmin şer bikin, divê êrişên ser Şengalê bi dawî bibin.”
Yekîtiya Ciwanan û Jinên Êzidî ên Şengalê, bi daxuyaniyek piştgirî dan berxwedana gerîlayên HPG û YJA Star ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê.
Ciwanan diyarkirin ku gerîlayên azadiyê ne bi tenêne, bê xwestin ewê jî jî wek ciwanên Êzidî berê xwe bidin Herêmên Parastinê yên Medyayê û mil bi milê gerîla re dijî dagirkeran şer bikin. Ciwanan gotin; “Em ji bo Kurdistanek serbixwe, Êzidxanek Xweser û Iraqek demokratîk, şer bikin.”
Di daxuyaniya ciwanan ya li nehya Sinunê a Şengalê hatî dayîn de, ev tişt gotin:
“Hêzên dewleta Tirk û Erdoganê bê ehlaq û bênamus carek din li Zap, Metîna û Avaşînê êrişî gerîla dike. Gerîlay di roja reş de bi hewara gelê me hatin û me ji fermana û komkujiyan xilas kirin. Çi ji me bê xwestin emê bikin, di dîrokê de di hemû fermanên bi serê gelê Kurd û civaka Êzidî hatine, destê mala Barzanî têde hebûye. Malbata Barzanî îro koleyê Erdoganê bênamûs û bê ehlaqe. Dîsa dixwazin bi planekê, Şengalê bigrin, ji bo wê jî artêşa Iraqê êrişî Asayîşa Êzidxanê kir.
Ev ax bi xwîna cangoriyan rizgarbû
Çawa ev ax bi xwîna cangoriyan, Zerdeşt û Mam Zekiyan hate rizgarkirin, em jî weke Yekîtiya Ciwanên Êzidî, li ser heman rêyê bin. Em îro bi asayîş û hêzên xwe yên YBŞ-YJŞ’ê rene. Em hemû dizanin HPG bi awayek fermî ji Şengalê derketiye, dibin çavdêriya dewleta Iraqê de ev pêkhat. Dagirker di dîrokê de hertim xwestine vê civakê dagir û talan bikin. Emê hertim li ber xwe bidin û têbikoşin. Em bang li Iraqê dikin, daxwazên Şengalê pêkbînin, ger nebe emê heya dawî wek ciwan, li rexa asayîş û hêzên xwe bin. Bila baş bizanibin, ev ax bi hêsanî nehatiye rizgarkirin, bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Em ti carî gav paş de navêjîn, di serî de Mistefa Kazimî, bila ji bo Şengalê ti hêcetan dernexe. Em wek ciwanên Êzidxanê ji her tiştî re amadene.
Mala Barzanî ji xwe şerm nake
Hizbek weke ya PDK’ê mala Barzanî, ji xwe şerm nake. Heya duh pêşmergeyên wî ji axa Şengalê reviyan, duh bu ev ax di nav lepên DAIŞ’ê de hêla. Em ne hewceyî Barzanî û îxanetkaranin. Gerîlayên me ne bi tenêne, bê xwestin emê biçin mil bidin milê gerîlan û ji bo Kurdistanek azad, Êzidxanek Xweser û Iraqek demokrat şer bikin.”