PARÎS – Bi dehan ciwanên Kurd ên li banliyo Villiers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan, li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê meşiyan.
Girseya gel bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li hev civiya û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her cihê ku paradîgma, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo lê geş dibe, şopê hêviyê ye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst û PDK’ê ya xayîn êrişên xwe herî zêde li hember cihên ku paradîgmaya Rêber Apo lê dijî zêde dike. Çi li Rojava be, çi Şengal be, çi Herêmên Parastinê yên Medyayê be… Dema ku ev êriş bi ser nekevin, sûcê şer dikin. Gaza kîmyewî bikar tînin. Divê helwesteke navneteweyî ya zelal hebe.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe!”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Şengal û Rojava” bi dawî bû.