QAMIŞLO – Li tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê, di nava çalakiyên dane, bi yek rengê cihê xwe li kêleka berxwedana gerîlayan de digirin.
Di heman demê de Li Qamişlo ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve, li dijî dagirkerî û êrîşên ser çiyayên Kurdistanê û tevahî destkeftiyên gelê kurd ve meşiyan, ciwanên helwestên xwe yên dijî dagirkerî û hevkariya PDK’ê ve nîşan dan.
Ciwan û jinên ciwan dan diyar kirin ku tevlîbûna xwe ya ji bo seferberiyê teqez bikin û gotin; “Em ji bo seferberiyê amade ne û me beşdarbûna xwe ya seferberiya ku Komalê Ciwan îlan kirî teqez kiriye.” Herî dawî ciwanan da diyarkirin ku ji bo misogerkirina şoreşa tevahî Kurdistanê amade ne.