MINBIC – Ciwanên Şoreşger û Jinên ciwan li Minbicê ji bo Piştgiriya Berxwedana Gerîla ya li Herêmên Parastina Medyayê meşeke meşeleyî li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê û gundewarê wê, ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan roja yekem a konê rûniştandinê bi meşeke meşaleyî bi dawî kirin. Çalakî bi pêxistina meşaleyan a li navenda bajêr destpê kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve dan diyar kirin ku heya dagirkerî têkneçe ewê li kêleka gerîla bin. Herî dawî bi siloganên “Bijî Serok Apo û Bijî Berxwedana Gerîla” ve çalakiya xwe ya meşeleyî bi dawî kirin.