REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqa û gundewarê wê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşek li darxistin.
Îro Yekitiya Jinên Ciwan li Reqa û gundewarê wê ji bo şermezarkirina êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser taxa El-Rumîla ya di nava bajêr de meşek li dar xistin, meş bi başdariya Tevgera Ciwanên Şoreşger, endamên saziyên sivîl û xelkê bajêr ve mezin bû.
Meş bi coş û qêrîna siloganên Bijî Serok Apo û Bijî Berxwedana Gerîla ve destpêkir û bi axaftina Kewser Elî ya ku li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan axivîye dewam kir. Kewser di axaftina xwe de bal kişand ser dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê û got; “Ev siyaseta ku dewletên dagirker bi taybet dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ve, li ser çiyayên Kurdistanê didin meşandin siyaseteke heya dawiyê hov e. Ji bo vê jî ez bang li tevahî ciwan û jinên ciwan dikim ku li hemberî van êrîş û polîtîkayan ve li kêleka gerîla cihê xwe di şerê azadiyê de bigirin.”