HABER MERKEZİ –
Nasnav: Hêvî Roj
Nav û Paşnav: Mizgin Aratemur
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1988/Batman
Navê Dayikê: Samiye
Navê Bav: Şafi Dîrok
û Cihê Tevlîbûnê: Hazîran 2005/Batman
Adaih Dêra’an- 2012 Xerzan
Jı Bo Bîranîna Rêhevala Hêvî Roj (Mizgin Aratemur)
Min hevala Hêvî cara destpêkê li qada Zapê, di kampa şervanên nû de ditîbû. Ew pêla heyecana jiyana nû mîna li gel hemû hevalên nû tevlî bûne dihatin dîtin, ew heyecan û coş di çavên hevala Hêvî de jî dihat dîtin. Diyaloga destpêkê ya di navbera min wê de çêbûbû, pirsa min ji wê kirî; “Heval, tu kî yî? ev pirs bû. Ew ji Batmanê bû. Min ji wê re var diyar dike ku tu ji Batmanêyî. Bi heyecanî ji min re bi pirsekê gotibû; “Ma tu wan dizanî?” Ji bona min jî bi kêmekî Batman dinasî, min ji wê re qala hinek hevalên Batmanî kir.
Tişta destpêkê bala min kişandî dilnimzbûna wê bû. Weke din jî biqasî wê pak û saf bû. Me di Tîrmeha sala 2005’an de, di nava karê çêkirina cihekî ya kampeke pratîkî de bûn. Hevala Hêvî xwe ji ti karî nedida paş. Hevala Hêvî karên sivik an jî giran, çi kar dibû xwe tevlî dikir.
Di wê demê de rojeva me tevan, piştî perwerde xelas bû û pêde çûyîna Bakur bû. Hevala Hêvî di her firsetê de daxwaza çûyîna Amedê dikir. Min jî jêre digot; “Tu bikesine, ez ê destpêkê herim, tu piştre idi.” Bersiva ku we dida; “Lêbinêre, ez ê beriya te herim paytextê.” Bi rastî jî weke gotina xwe derket, beriya min çû Amedê. Dema min ew di sala 2011’an de dît, ger baskên we hebûna, wê bifiriyana, ewqasî bikeyfxweş bûbû. Ev gotinên kirî vedana keyfxweşiya wê bû; “Ma min ji te re negotibû, ez ê ji beriya te herim?”
Di sala 2010’an de li Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde dibîne. Di nava pênc-şeş salan de ew keça Kurd a li nasnameya xwe digeriya, ji wê xwedawendeke pir xweşik derketibû holê. Beriya burada Bakur ji min re ev gotin kiribû; “Ez diçim bajarê te Amedê. Hesûd nebe, ez ê herim rê bidim vekirin, da ku tu bi rihetî werî.”
Dibe ku hevala Hêvî di warê fîzîkî de neçûbe Amedê, lê dil û giyanê wê gihîşt wêderê. Bi rastî jî diçû Amedê, lê hevalan gotibû pêdivî ji Xerzanê re heye, rexmê ku wê pir dixwest burada Amedê, li Xerzanê mabû. Piştî pratîka xwe ya yekemîn hîn zivistanekî derbas nekirî bi çarde rêhevalên xwe yên jin re di nava berfa Xerzanê de bû Gulberfînek.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê