WAN – Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Dagirkerên ku her cure teknîk û çekên kîmyewî bikar tînin, her roj derbên giran li gerîla dixin.
Her ku berxwedana dîrokî ya gerîla li Kurdistan û gelek deverên Ewropayê piştgirî dibîne, hêrsa li dijî dagirkeran mezin dibe.
Çalakiyên bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan li qadan belav dibin berdewam dikin. Li navçeya Îpekyolu ya Wanê, li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê xebateke nivîskî hat lidarxistin. Di destnivîsê de nivîsên “Gerîla li berxwe da, êdî dora me ye”, “Rêber Apo”, “Em PDK’ê ya xayîn şermezar dikin”, “Gerîla” derketin pêş.