NAVENDA NÛÇEYAN – Nurî Malikî di derbarê êrişên dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê de axivî û diyarkir ku divê gelê Kurd baş bizane dewleta Tirk ferqê naxe navbera ti Kurdan de.
Serokê Dewleta Yasa Nurî Malikî di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê de ji ajansa Bagdat Today re axivî û diyarkir ku Tirkiye dadperweriyê ji gelê Kurd re nayîne.
Her wiha Nurî Malikî destnîşankir Iraq bi projeyekê navdewletî re rûbirû ye û got, Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengî ya Şie pêşî li vê projeya metirsîdar girtiye û hest bi serkeftinê dike.
Malikî balkişand li ser destwerdanên dewleta Tirk a li ser Iraqê û wiha axivî: “Ti demê wek niha destwerdanên derve li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê çênebûne, destwerdanên herêmî yên li ser Iraqê wek fermanekê lêhatine.”
Nurî Malikî diyarkir ku ji bo dewleta Tirk hemû Kurd wek hevin û got: “Tirkiye bi ti awayî ferqê naxe navbera Kurdan de, divê Kurd vê yekê baş bizanin. Kurdên ku hevkariya dewleta Tirk dikin bila baş bizanin ku li hemberî hêzek wek ya PKK’ê, serkeftina dewleta Tirk ne pêkane.”
Malikî da zanîn, “Hêzên Herêma Kurdistanê nikarin li hemberî Tirkiyeyê rawestin û Tirkiye jî ji pirsgirêkên siyasî yên li Iraqê sudê digre.”
Serokê Dewleta Yasa rexne li Hikumeta Kazimî kir û got: Dirêjkirina Hikumeta Kazimî mirina parlemento û desturê ye