NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêcê ye û rêxistina civakî ya bi navê ‘Em bi hev re li dijî darvekirinê’ (ECPM) ku navenda wê li Fransayê ye, têkildarî darvekirinan rapora xwe ya sala 14’emîn weşandin.
Li gorî raporê, “Îran bi danûstandinên li ser bernameya nukleerî, bi xurtî li qada navneteweyî vedigere”, lê di heman demê de li vî welatî ‘înfaz jî dewam dike’.
Di raporê de hate ragihandin ku ‘cezayê kuştinê li dijî gelek muxalîfan weke amûreke zextê hatiye bikaranîn’.
Herdu rêxistinan ragihandin ku li Îranê sala 2021’ê herî kêm 333 kes hatin darvekirin. Li gorî sala 2020’î ku hingî 267 kes hatibûn darvekirin, rêjeya darvekirinê ji sedî 25 zêde bûye.
Rêxistinan ev rewş di asta ‘alarmê’ de metirsîdar dîtin û diyar kirin ku piştî Îbrahîm Reîsî Hezîrana 2021’ê bû Serokkomar darvekirin zêde bûn, li gorî nîvê destpêkê yê sala 2021’ê di nîvê duyemîn ê salê de bi du qatî zêde bû.
Di heman raporê de hate ragihandin ku sala 2020’î 9 jin hatin darvekirin, sala 2021’ê ev hejmar bû 17 jin. Hate ragihandin ku ji jinên li Îranê hatin darvekirin zarok bûn.
Di rapora ji 100 rûpelî de hate gotin, 126 kes ji ber narkotîkê hatin darvekirin ku sala 2020’î ev hejmar 25 kes bû.
Li Îranê ji 17 jinên hatin darvekirin 12 jê ji ber kuştinê hatibûn mehkûmkirin. Rêxistinên civakî yên sivîl bal kişand ser hejmara zêde ya jinan ku ji ber kuştina hevserên xwe bi îdamê hatin mehkûmkirin û nerazîbûn nîşan dan ku hevserên wan dibe ku tundî li jinan dikirin.