MERSÎN – Li Mersînê serê sibehê di serdegirtina malan de endamên Partiya Azadiya Civakî A.A., O.G., S.B., Z.K., O.S., O.Ş. û 3 kesên navê wan nehate zanîn hatin destgîrkirin.
Kesên ji mala xwe hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Ji ber ku biryara nepenîtiyê li ser dosyayê hatiye danîn, li ser hinceta destgîrkirinê agahî bi dest neketin.