HEWLÊR – Devleta Tirk a dagirker di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrişê kir. Di êrişê de gelemperî çeteyên Zerewanî û Gulan ên girêdayî Mesrûr Barzanî û çeteyên Roj tên bikaranîn. Li gorî nûçeya Erdogan Altan ji Ajansa Mezopotamyayê; PDK, zextê li pêşmergeyan dike ku beşdarî şerê li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê bibin.
Li ser fermana Mesrûr Barzanî, PDK hewl dide gelek pêşmergeyên ku digotin “Em li dijî PKK’ê şer nakin” qaneh bike û beşdarî êrişan bike. Lê belê tevî vê yekê jî gelek pêşmergeyan ev daxwaz red kir û gotin ku “Em li dijî PKK’ê şer nakin.” Hat zanîn ku piştî pêşmergeyan ev daxwaz red kirin, PDK’ê gelek pêşmerge ji peywirê girtin. Li hêla din bi fermana Mesrûr Barzanî şandeyek hate avakirin û peywira vê şandeyê ew e ku pêşmergeyan qaneh bike da ku beşdarî şer bibin.