COLEMERG – Êrîşa dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ya 17’ê Nîsanê li ser Avaşîn, Zap û Metîna yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabûn destpêkirin, bi şerên dijwar didome. Ji roja ewil a êrîşê vir ve li Colemerg û navçeyên wê tevgera helîkopter û ambûlansan zêde dibe. Dema ku cenazeyên leşkerên dagirker ên di pevçûnê de mirin û birîndar bûn birin nexweşxaneya Sahra a li gundê Ertûş a Çelê, çavkaniyên herêmî jî agahî dan ku morgên gerok birin herêmê.
Hat ragihandin ku hejmara kuştî û birîndarên leşkerên dagirker zêde ye û leşkerên birîndar bi helîkopteran rakirin nexweşxaneyên li Colemerg, Çelê û Geverê. Hat diyarkirin ku li Fermandariya Tabûra Cendirmeyan a Geverê ya 1’emîn her tim tevgera ambûlansan heye, li nexweşxaneyên navçeyan jî ji bo leşkeran beşên cuda hatin çêkirin û tedbîrên li wir derketin asta herî jor.
Hate hînbûn ku di rojên dawî de hem bi wesayîtên sivîl hem jî bi wesayîtên leşkerî ji Wanê ber bi Colemêrgê ve sewqiyata leşkerî ya giran tê kirin. Amûrên leşkerî yên ku di nava wesayîtên leşkerî de li kamyonên sivîlan hatine barkirin, bi konan hatine pêçandin.