MERSÎN – Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê derbarê mamosteyê zimanê Tirkî Hudaî Morsumbul ê ku li Dibistana Navîn a Ulubatlı Hasan dixebitî bi hinceta ku ji xwendevanên xwe re bi Kurdî û Erebî axiviye û ji xwendevanên xwe re dersên bijarte yên Kurdî hildibijêre lêpirsîna îdarî da destpêkirin.
BIRYAR JI MAMOSTE RE HAT RAGIHANDIN
Di encama lêpirsînê de ji bo Morsumbul cezayê “kêmkirina bi qasê 1/30 ji mûçeya mehane” hat birîn. Di biryara ku ji aliyê mufetîşan ve bi encamkirin û ji Morsumbul re hatiye ragihandin de, di encama lêpirsînê de behsa rapora 663.07/11 a 6’ê Nîsana 2022’an a bi hejmara 663.07/11’ê kir û wiha hate gotin: “Her çiqasê berê gilî û hişyarî li we hatibe kirin jî, mufredata dersa Tirkî ya ku divê di pola 5’emîn de were dayîn, ji mufredata dersa Tirkî derketiye û ji ber ku hat fêmkirin ku we di dersên Tirkî de Kurdî û Erebî daye xwendevanan û we peyvên Kurdî û Erebî daye nivîsandin, pêşniyara cezakirina we hat kirin. Li gorî xala 125/C-a ya zagona jimare 657’an a karmendan di derheqê we de cezayê ‘kêmkirina bi qasê 1/30 ji mûçeya mehane’ hat xwestin ku di encama nirxandina agahdarî û belgeyan û dosyaya lêpirsînê de sûcê te hatiye piştrastkirin.
Li gorî xala 125/C-a ya qanûna jimare 657’an, guncav hatiye dîtin ku hûn bi cezayê ‘kêmkirina bi qasê 1/30 ji mûçeya mehane’ werin cezakirin…”
Morsûmbûl ê 23 sal mamosteya zimanê Tirkî ye ji dibistana xwe sirgûnî Dibistana Navîn a Yusuf Bayik ya Yenîtaşkent hat kirin.