ATÎNA – Li Atînayê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên Enternasyonalîst de li dijî dagirkeriyê meş hate li darxistin.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê ku yek ji cihên herî turîstîk e li Monastirakî bi pêşengiya TCŞ’ê û bi pêşengiya însiyatîfa Rise Up 4 Rojava, dostên enternasyonal û anarşîst pankart, daxuyanî hate dayîn û meş hate li darxistin.
Di nava meşê de li dijî êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyawî, pankart hatin rakirin û berxwdana gerîlayên HPG û YJA STAR’ê ve silav kirin û ji bo piştgiriya berxwedanê daketin qadan. Ciwanan bi silogan û daxuayniya xwe ve bikaranîna çekên kîmyawî teşîr kirin.
Ciwanên ku li hember dagirkeriyê helwestên xwe nîşan dane, heman demê de li hember îxaneta PDK’ê jî nîşandan û dan diyar kirin ku wê tu carî îxanet nikaribe xwe li Kurdistanê bidomîne.