NANENDA NÛÇEYAN – Ji nirxandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya derbarê PKK’ê tevgera azadiyê de.
Tu tevgera fikrê û mirov ji formên maddî yên di navê de serbixwe nikare pêk bê. Ya girîng ew e, ka fikir kîjan formên maddî nîşan dide. Dema ku mijar dibe rastiya civakî, hingê formên maddî bi xwe jî ew rewşa formên fikrê yên avakirî û bi sazîkirî ne. Ziman jî di navê de, divê mirov formên civakî weke xwezayên nerm ên rêjeyên wan ên fikir û zihniyetê pir, binirxîne. Xwezayên nerm bi timûtim veguherîna enerjiyê û form bidestxistina wê, pêk tên.
Têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ dil û mijiyê min hejandibû û paşê ji xwe çûbûm. Ev bûyera pêşî û dawî bû. Bi rastî, ev bûyer ji bo min ecêb û seyr bû lê bûyerên piştre qewimîn îspat kirin ka çima têgînek evqasî bi tesîr dibe. Lê hê jî ji bo min zor e ku ez wê tesîra destpêkê rave bikim. Di demekê de ku fermana kuştinê ya kurdîtî û Kurdistanê hatiye dayîn û ev bi awayekî herî dijwar tê bicihanîn, li Enqereyê ji bo vejîna têgînî biryardan hem jî bi tena serê xwe, biqasî bibe mijara romanekê analîzeke cidî jê re divê.
Çawa ku di tecrûbeya min a pêşî ya civakî de (tecrûbeya em dikarin bibin kurd) ku min ragihandibû, gundiyekî gotibû “Tu ji dareke hişkbûyî re dipeyivî, tu yê dareke hişkbûyî çawa hêşîn bikî?” Diyar bû bi vê gotinê, ez bi bêbaweriyê pêşwazî dikirim. Jixwe gelek komên hemsalên me hebûn, xwe nedigirtin û em weke ‘çeteya xwedê ji wan standî’ bi nav dikirin. Tew UKOCU û APOCÎ jixwe bûbûn navên me yên pêşî. Ji ber ku nav li me dihatin kirin em pê kêfxweş û serbilind dibûn. Çawa ku nav li zarokekî tê kirin. Lê me bi xwe ev nav li xwe nekiribûn. Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê. Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqereyê di Newroza sala 1973’yan de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir, di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû?
Îro dema ku em vedigerin li rabihuriyê dinêrin, em bêhtir dikarin atmosfera bîrbirinê û şertên em birin îlana PKK’ê bi awayekî rastî şîrove bikin. Dema ku me ber bi avakirina PKK’ê ve gav avêt, me û min gelekî hewl da ku bi xeta sosyalîzma zanistî ya Marksîzmê ve girêdayî bimînin. Eger sosyalîzma pêkhatî nebûya, belkî jî rêxistineke bi awayê PKK’ê çênebûya. Lê ev rastî nayê wê maneyê ku PKK di dema derketina xwe ya holê de bi temamî pêkhatineke sosyalîzma pêkhatî bû. Her çiqasî gelekî ketibe bin bandora wê jî mirov nikare bi temamî rastiya wê bi sosyalîzma pêkhatî rave bike. Li vir, ji bo em karibin şîroveyeke rast bikin, divê em li têgînên îzafiyet û cudabûnê binêrin. Hê jî tê bîra min; ji ber cihêkirina obje-sûbje ya di sosyalîzma pêkhatî de, ez jî ji bo avakirina PKK’ê li zemînê maddî û li şîroveya materyalîst digeriyam. Ji ber ku ev lêgerîn weke pîvaneke bivênevê bû. Li cem kurdan, li Kurdistanê diyardeyên dişibiyan çîna karker hebûn. Bûrjûwabûyîn dihat hiskirin. Ji bo aliyê reel van diyardeyan qîm û têrê dikir. Lê rast nîne ku ez bibêjim, em bi temamî ji vê piştrast bûn. Me ev li gorî pîvanê qebûl kiribû. Wexta ku wisa dibû, min xwe û me xwe bi temamî bi awayekî dogmatîk li şêwazê xwezayî yê herikîna jiyanê nedigirt. Her ku biçûya wê ev aliyê me bi pêş biketa û vê yekê wê cudahiya me ji yên din diyar bikira.
Eger em îro li rabihuriyê vedigerin û hewl didin PKK’ê ji nû ve şîrove bikin, ev bi saya veguherîna felsefî ye ku cihêkirina obje-sûbjeyê mutleq nake û bi îhtîmam hewl dide xwe jî mutleq neke. Divê mirov veguherîna felsefî ya ji cihêkirina obje-sûbjeyê dibihure, piçûk nebîne. Bêyî ku mirov bi ber bayê postmodernîst bikeve, yên Marksîst jî di navê de divê mirov ji tevahiya versiyonên şîroveyên felsefê yên di bingehê modernîteya kapîtalîst de bibihure û ev tê wê maneyê ku şoreşa herî mezin a fikrê pêk tê.
Bêguman em hê li serê vê şoreşa fikrê ne. Lê dîsa jî mirov nikare encamên pratîk ên vê şoreşê biçûk bibîne. Di vê çarçoveyê de mirov PKK’ê ji nû ve şîrove bike, mirov tespît bike ku di serê salên 1970’yî de xwe spartiye kîjan hêmanên çanda maddî û şertên kîjan dinyayê, dîsa di heman demê de bi kîjan formên bingehîn ên bîrbirin, rêxistin û çalakiyê rabûye û kîjan çanda manewî kiriye bingeha xwe; tespîtkirina van hemûyan ne bi tenê wê bibe sedem ku em Tevgera PKK’ê rast nas bikin, em ê rola wê ya roja me ya îro jî bêhtir zelal bikin.
Dema mirov di çarçoveya heqîqetê de binirxîne, PKK’ê hebûna kurd a li ber tesfiyeyê, ne bi tenê îspat kir, bi giranî wê heyî jî kir. Jixwe bi awayekî klasîk tevgera rizgariya neteweyî nedimeşiya. Ne rewşa hebûnê ya xwe dispartê, ne jî serwextî û bîrbirina heyî têra vê yekê dikir. PKK’ê weke çalakî kurd kir heyî. Kurdîtiya di sedsala 20’emîn de, kurdîtiyeke wisa bû, divê berê bibe heyî û paşê bê rizgarkirin. Ya PKK tê de bi ser ketibû ew bû, kurd kiribûn heyî. Eger tiştek pirsgirêka xwe ya hebûnê hebe, berê pêşî divê mirov ne ku wî tiştî rizgar bike, wî bike heyî. Bi temamî rewşa kurdan ew bû ku diviyabû mirov wan bike hebûn. Têgînên mîna rizgarî, azadî û wekheviyê ji bo hebûnên pirsgirêka xwe ya heyînê çareserkirine maneyekê îfade dikin. Çalakgeriya PKK’ê ji aliyê xwe yê rizgarkeriyê zêdetir, aliyê xwe yê rê li ber heyînê vedike gelekî girîng e. Tevî kêmûkurtiyên xwe yên di warê avahî û serwextbûnê de hemû jî ji sedî sed PKK ji bo kurdan bike heyîn bi roleke heyatî rabûye. Ev pirs girîng e: Gelo bêyî çalakgeriya PKK’ê hebûna kurdan dikarîbû bibûya xwediyê rewşa xwe ya heyî? Zehmet e ku mirov ji vê pirsê re bibêje, erê.
Di vê qonaxê de ‘ji bo hebûna xwe biparêze û bi hêza xwe azadiya xwe pêk bîne’ wê gavê biavêje jiyaneke azad û berxwedaneke topyekûn.