NAVENDA NÛÇEYAN – Ji aliyê dawleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ve, ji 17’ê Nîsanê heya niha êrîşên bê navber, li ser Herêmên Parastina Medya de dane destpêkirin. Heman demê de gerîlayên HPG û YJA STAR’ê jî heya niha bi rihekî fedayî û Apogerî çalakiyên giran li hember dagirkeran pêktînin. Her wiha ji aliyê gelê Kurd yên li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê jî bertekên dij dagirkeriyê zêde bûne. Aliyê ciwan û jinên ciwan de jî helwestên xwe li hemberî dijmin diyarkirinê de zelalin. Ji ber vê jî ciwan û jinên ciwan ji bo ku li hember dijmin bibin bersiv ji netewên cuda berê xwe didin nava refên gerîla.
Jinên ciwan ên ku tevlî nava refên gerîla bûne dan destnîşan kirin ku Berxwedana gerîla ser biryara wan ya ji bo jiyanê bandor kiriye û ew ber bi xeta azadiyê ve kişandine.
Jinên ciwan her wiha ji bo welat û gelekî azad ve bang li tevahî ciwan û jinên ciwan ve kirin ku ew jî werin tevlî nava refên gerîla bibin.
Pêwîste jin û ciwanên Tirkmen ve tevlî PKK’ê bibin, da ku tola xwe ji Erdoxan û Osmaniya ve rabikin;
Navê min Viyan Şehba ye, ez tevlî nava refên PKK’ê bûm, ji ber ku min tecrîda ser Rêber Apo qebûl nekir û ji bo tola şehîdan hilbidim. Rêber Apo ev bû 23’ê salin di Girava Îmraliyê de ye. Divê em ji bo Rêber Apo û şehîdan ve têkoşîn bikin, divê em çekê şehîdan li erdê nehêlin. Ger em biçin kuderê jî dijmin wê her êrîşî me bike, ji bo vê jî divê em li her derê hemberî dijmin berxwe bidin. Em bi hev re bîranîna şehîdan xwe biparêzin û xwedê lê derbikevin. Bi qasî ku em şehîdan didin divê em ewqas Jî em xwedî li çeka wan derbikevin. Ez wekî Tirkmenekî tevlî nava refên gerîla bûm, da ku ez nehêlim, xewnên Erdoxan û Osmaniya pêk were. Ez jî li ser vê bingehê beşdar bûm, ji ber ku ji bilî vê riyê wê tu riyên din edaletê nîşanî me nede, ji ber ku ji bilî vê derê jî tu cihên din de edalet nîne. Divê em hertim şer bikin. Ez wekî Tirkmenekî bang dikim, bila hemû Tirkmen dengê min bibhîsin û tevlî nava refên gerîla bibin. Êrîşî Zap û Avaşîn ve dikin, divê em jî biçin wê derê li hember wan şer bikin. Ji ber ku pêwîste em çekên şehîdên xwe rabikin. Ger em wisa nekin, emê hertim bi dijmin re rû bi rû bimînin. Ji ber vê divê hemû jin û ciwanên Tirkmen ve werin tevlî nava refên gerîla bibin û li vê derê bi hev re têkoşîn bikin.
Em bi hev re destê xwe bikin yek û li dijî dagirkeriyê şer bikin;
Navê min Ronahî Amara ye, ez wekî jineke ciwan ya ereb tevlî nava refên gerîla bûm. Ji ber ku ez ji şer û têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê bandor bûm, bi taybet jî şerê ku li çiyayên Avaşîn, Metîna û Zap ve rû dide ez bandor kirim. Ez ji sekna gerîla ya ku li hemberî dijmin bi vîneke xort bersiv didin bandor bûm, ji bo vê jî ez tevlî vê refê bûm. Min jî biryara xwe ya tevlîbûnê da, ji bo ku ez jî welatê xwe biparêzim û ji dagikeran re rê nedin ku welatê me mêtîng bike. Bangawaziya min ji bo her jineke ereb an jî her jineke ku li Sûriyê dijî were tevlî refên PKK’ê bibe. Em bi hev re destên xwe bikin yek û li dijî dijmin şer bikin û em tu carî nehêlin ku dijmin were welatê me dagir bike. Banga min ji bo tevahî jinane ku werin tevlê bibin, bi taybet jî jinên ereb werin tevlî gerîla bibin, heya ku em karbin gel û welatê xwe ve rizgar bikin. Em destê hevdu bigirin bi hev re biçin çiya şer bikin û nehêlin tu kes axa me qir bike. Ji bo vê jî ez hêvî dikim ku her jineke ciwan were tevlî nava refên gerîla bibe.
Yê ku bêje min PKK’ê xilas kiriye, ew bi xwe xilsa bûye;
Navê min Nûjiyan Ocalan e. Sedema tevlîbûna min bandora ji şerê li çiyayê Zap û Kurêjaro ye, berxwedana ku gerîla wê derê dide meşandin e. Sekn û têkoşîna gerîla li min gelekî bandor kiriye. Ji ber vê jî min soza xwe da û ez tevlî PKK’ê bûm. Ez wekî jineke ciwan dixwazim ji dimin re bibim bersiv. Em nehêlbin ku dijmin tu carî bi ser bikevin. Bangawaziya min jî di serî de ji bo jinên Kurd, piştre jî ereb û herî dawî jî ji bo tevahî jinên netewên cuda ku di Kurdistanê de jiyan dikin, werin tevlî nava refên gerîla bibin. Ew jî cihê xwe di vê şerê de bigirin. Bibin bersiveke ji dijminê faşîst re ku li hember me bi hemû hêza xwe şer dike. PKK’ê ji beriya 50’î salî de li ser lingane û tu kes nikare PKK’ê bi bin bixîne. Bila tu carî kes nefikire ku li dijî gelê kurd, PKK’ê û YJA STAR’ê ve derbikeve, ji ber ku heya dawiyê emê ked bidin, emê xwîn bidin, em tu carî jî xwîna xwe erzan nadin. Ji bo PDK’ê jî êdî divê dev ji îxaneta xwe berde. PDK’ê îxaneta herî mezin li dijî kurd dike, bila vê jî bizanibe ku ew jî kurde yanê îxanetê li kurdbûyîna xwe dike, PDK’ê xwîna gelê xwe difiroşe dijminê kurdan. Em ji PDK’ê re dibêjin bila dev ji îxaneta xwe berde ji ber ku nikare bi ser bikeve. Ji ber ku îxanet tu carî bi ser nakeve. Eger em nebin yek, emê herin yek bi yek. Ji bo vê jî divê em têkoşîna xwe bi hev re hîna zêdetir xort bikin. Divê em ji bo azadkirina hevalên zîndanê de jî têkoşîn bikin. Ji ber vê jî li hemberî hemû zextên ku li hember me tên kirin, em têkoşîna xwe hîna xortin bikin û dev ji têkoşîn û berxwedana xwe tu carî bernedin û gav baş de nevêjin. Yê ku bêje min PKK’ê xilas kiriye, ew bi xwe xilsa bûye, PKK’ê herdem ser lingane. Ger yek ji me biçin bi hezaran dikevin nava refên gerîla. Weke ku Rêber Apo dibêje “ME BI CIWANTÎ DESTPÊKIR, EMÊ BI CIWANTÎ JÎ BI SER BIKEVIN” . Li ser vê bineghê ez jî bangawaziya tevahî jinên ciwan ên Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê werin tevlî nava refên gerîla bibin. Em bi hev re vê têkoşînê bi ser bixînin. Em şer û siyaseta ku ser me tê meşandin em bi bin bixînin. Hêvî û baweriya me jî heye ku emê bi ser bikevin, em tu carî jî bi binkeftinê nafikirin, her dem em bi tolhildana xwîna şehîdan, tolhiladana welatê xwe difikirin. Serkeftin ya me ye.