NAVENDA NÛÇEYAN – Di şexsê gelê Kurd de li Rojhilata Navîn û cîhanê gelek gel bi salan e têdikoşin. Afirînerê vê têkoşînê û parêzvanê vê têkoşînê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiya Kurdistanê ve dikin. Gelê Kurd û dostên wan bi çalakiyên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî gerîla helwestên xwe nîşan didin û serî hildidin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di nava dahorandinên xwe de berxwedana gel bi vê rengî dinirxîne; “Hûn gelê Kurd heya niha hatibûn ji bîr kirin. Sebeb dîsa ne dijmin tenê bû, em bi xwe bûn. Tu mafê xwe nedî destê xwe, bi şerê xwe, xwe nedî ser welatê xwe, ne mumkîne ku dinya te nasbike. bi şer te nasdike, Niha di dinyayê de gelê kurd deng dide. Ji bo welatekî, ji bo azadiyê gelekî şer dike. Dijmin id pir aliyan de xwast dinya me nasneke. Hezar derew, hezar fitine û fesadî kir da ku dinya me nasneke. Lê ema niha dinya me nasdike, yê ku nasdike jî wê bêtir pêş de nasbike. Dinya wê bi me re be, dijmin wê tenê bimîne. Dijmin ji me jî pir ditirse. Dinya li hember te be, tu di heq de bî, di şerê xwe de bî, tu dikarî bi ser bikevî. Dinya bi te re, tu ne bi şerê xwe re bî, tu yê bikevî. Yek însan ser lingên xwe nemeşe, nikare xwe bigihîne hedefê xwe. Yek gel jî bi xwe ser lingê xwe nemeşe nikare xwe bigihîne hedef û armancê xwe. Ji bo vê jî nebêjin kî alîkarê me ye, bibin berî her kesî, em alîkarê xwe ne. Alîkariya herî mezin gelek ji bo xwe bi xwe çêbike. Te alîkarî ji xwe re çêkir, çiya va? Va yekîtî ye, va dostaniye, va biratiye, va şerê gel e.”