AMED – Dayikên Şemiyê di hefteya 892’an de ji ber şewba vîrûsê daxuyaniyeke online dan. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta xwendekarê Dibistana Pîşeyî ya Zanistên Teknîkî ya Stenbolê Husamettîn Yaman û xwendekarê Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşa Soner Gul ên di 4’ê Gulana 1992’an de li Stenbolê Fîndikzade hatin destgîrkirin û windakirin hat pirsîn.
Birayê mezin ê Husamettîn Yaman, Feyyaz Yaman jî diyar kir ku ji dema hatin destgîrkirn û şûnde ji birayê wî û Soner Gul heta niha ti agahî nayê girtin û tenê agahiyên ku hatine girtin der barê kiryaran de ne. Yaman got ku, li gorî agahiyên ku bi dest wan ketine, polîsên tevgera taybet Ayhan Çarkin, birayê wî û Gul di înşeatê de birin maşîneya tîmê, dest û çavên wî girêdane; û ew birine qada vekirî ya li ser rêya Sîlîvriyê û li wir hatine înfazkirin.
‘DIVÊ EM LI DIJÎ BÊ HIQÛQIYÊ DERKEVIN’
Yaman, da zanîn ku hemû hewldanên hiqûqî yên ji bo dîtina birayê wî bê encam man û wiha got: “Mixabin em li vê erdnîgariyê di nav qutbûneke her ku diçe zêde dibe de ne. Me soz daye xwe ku ji bo ji holê rakirina vê bêhiqûqiyê çi ji destê me tê bikin û bi heman biryardariyê berdewam bikin.”
ÇÎROKA YAMAN Û GUL
Ji parêzerên Komîsyona Windayan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Derya Yildirim, daxuyaniya çapemeniyê xwend. Yildirim, bal kişand ser wê yekê ku li Tirkiyeyê dosyayên windayan ên di girtîgehê de bêyî lêpirsîneke bi bandor li derveyî demê hatin hiştin û got, “Li gorî şert û mercên hiqûqa navneteweyî, li hemberî windakirinên di nezaretê de, divê dewlet rastiya maddî ya bi awayekî tam eşkere bikin, bûyera windakirinê pêk hat, cihê bûyera windabûnê diyar bike, ji bo darizandin û cezakirina kiryaran divê lêkolînên bi bandor bên kirin. Heta ku winda bê dîtin û aqûbeta wî derkeve holê erka dewletê ya lêkolînê bidomîne. Ji ber vê yekê jî rayedarên ku lêpirsînê dimeşînin nikarin pêkanînên wekî dema qedexeyê û efûyê pêk bînin.
Yildirim bal kişand ser dosyaya Husamettîn Yaman û Soner Gul û wiha got: “Îtiraza me ne tenê li hemberî bedenê windakirina hezkiriyên me ye, her wiha li welatê me hiqûq, edalet û wijdan winda dibe.” Derya da zanîn ku Husamettin Yaman di 02.05.1992 roja şemiyê ji malê derketiye û roja duşemê 4’ê Gulanê kesê ku bi telefonê li birayê wî Feyyaz kiriye gotiye, “Husemettîn bi Soner Gul re hatiye destgîrkirin, di zûtirîn dem de bi polîsan re têkilî daynin.”
Dûvre Feyyaz ê ku serî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê da, bi Midûrê Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê yê wê demê Reşat Altay re hevdîtin pêk anî û Reşat Altay jî wiha got: “Eger em bikin em ê li binê pirê bihêlin. Em ê ragihînin, lê tu eleqeya wê bi me re nîne.” Yildirim, diyar kir ku malbatên wan serî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar dan û got, “Malbat, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî serî li her dere dane. Lê belê nehat qebûlkirin ku Husamettîn û Soner hatine destgîrkirin. Piştî serlêdanê malbata Yaman 2 sal di bin çavdêriya polîsan de man.”
Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çend sal jî derbas bibin, ji bo Husamettîn Yaman û Soner Gul em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere.”