ZURÎCH – Di 27’ê Nîsanê de li Konsolosxaneya DYA’yê ya li Zurîhê ji aliyê ciwanên enternasyonalîst ên ku bi çakûçan camên konsolosxaneyê şikandin û li ser şopa wan nivîsa “Smash NATO” hatibû nivîsandin, rastî êrîşa polîsan hat. Di daxuyaniya li ser çalakiya xwe de, bal kişandin ser beşdarbûna NATO’yê di operasyonên gaza jehrî û kîmyewî yên Tirkiyeyê yên faşîst ên li dijî qadên berxwedanê yên gerîla de û pêla êrîşên faşîzma Tirk ên li dijî tevgera azadiya Kurdistanê.
Di daxuyaniya ku hatî dayîn de, hat diyar kirin ku wê ciwan bi biryar tevlî kampên azadî û demoqrasiyê ve bibin, yanê ewê tevlî kampên şoreşê bibin dewam kirin û gotin; Ev şoreşa ku 10 sal in li Rojava tevî hemû êrîşan kûr dibe û berfireh dibe, di heman demê de şoreşa me ye jî. Têkoşîna me ya ku li vê derê, li dijî zilm, mêtîngerî, baviksalarî û nijdaperestiyê ve tê meşandin, hêza xwe ji şoreşa Rojava digire, yanê şoreşa Rojava ji bo me çavkaniya hêzê ye.”
Her wiha di dawiyê de bang li tevahî ciwanan kirin ku ew jî cihê xwe di xeta têkoşîna azadiyê de bigirin û bi vê rengî berdewam kirin; “Di vê em hemû tevlî parastina şoreşê bibin! Werin em hemû bi hev re piştgiriya berxwedana gerîla bikin û bi gerîla re dagirkeriyê têk bibin. Li ser vê bingehê em ji 1’ê Gulan û şûn de dakevin kolanan, şev û roj li ser piyan bin û dijmin bi deng û rengê xwe har bikin.”
Herî dawî bi siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana Gerîla û Bijî biratiya gelan” çalakî bi dawî bû.