TEBQA – Di çarçoveya hemleya seferberiya giştî ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye destpêkirin de, Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Tebqayê, girêdayî rastiya gelê şerker û şerê gelê şoreşgerî ve semînerek li darxistin.
Yekîtiya Jinên Ciwan, bi amadebûna Tevgera Ciwanên Şoreşger, derbarê şerê gelê şoreşgerî û şerê bajan re de semînerek li darxistin. Bi amedbûna girseyeke ji gel, jin û jinên ciwan ve, li navenda bajêr ev semîner bi deqeyekê rêzgirtin destpêkir.
Piştî pêşwaziya tevahî mêvanan hate kirin, ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve rewşa siyasî ya hundirê welat û derveyî hate nirxandin. Di heman demê de li ser navê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Amara Kobanê axivî û got; “Pêwîste em Neteweya Demoqratîk ji xwe re esas bigirin, ji ber ku felsefeya modernîteya demoqratîik dûrî, sîstema kapîtalîste, di heman demê de netewa demoqratîk temsîliyeta biratiya gelan dike.”
Her wiha Amara di nava axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gerîla yê li çiyayê Kurdistanê û di berdewamiya axaftina xwe de, girîngiya rola jinên ciwan di nava civakê de çiye anî ziman, heman demê de da diyar kirin ku hişyarkirin û rêxistinkirina gel li hember êrîşên dagirkeriyê, wê bihêle em serkeftinê bi dest bixin.