STENBOL – Li gel astengiyan jî komek ji çalakgeran bi dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” ber bi Taksîmê ve meşiya.
Endamên Partiya Şoreşger li pêşiya rawestgeha metro ya Osmanbey a navçeya Şîşliyê li hev civiyan û bi pankarta “Hêvî di sosyalîzmê de ye, gel ber bi desthilatdariyê ve; Bijî 1’ê Gulanê’ ber bi qada Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Girseya gel dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” qîriya, lê belê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsan nêzî 10 kes bi lêdanê destgîr kirin.
ROJNAMEVAN HATIN DESTGÎRKIRIN
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dogan Kaynak û nûçegihana Jinnewsê Rozerîn Gultekîn jî ku meş dişopandin, bi karkeran re hatin destgîrkirin. Polîsan dest danîn ser telefonên rojnamevanan û piştî demekê rojnamevan berdan.
Li gel astengiyan jî endamên Komîteyên Ciwanan xwest ji Akaretler a Beşîktaşê heta qada Taksîmê bimeşin. Xwendekaran gotin, “Ciwan wê bendan hilweşînin. Em ê van bendan hilweşînin. Ciwanên ku we jiyana wan dizîne wê vê sîstemê hilweşînin.” Polîsan her wiha pêşî li xwendekaran girtin û gelek xwendekar destgîr kirin.
Endamên Partiya Azadiya Civakî jî bi gotina “Rêyek heye” xwest ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin. Polîsan pêşî li komê girtin û Berdevka Demkî ya Partiya Azadiya Civakî Perîhan Koca jî di nav de kom destgîr kirin.
Li Harbiye ya Şîşlî jî 12 kesên daketin kolana Cûmhûriyetê û xwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin hatin destgîrkirin.