HELSÎNKÎ – Gerîlayê HPG’ê Kendal Serhat (Xalîs Ceylan) piştî têkoşîna 25 salî ya gerîlatiyê ji ber nexweşiyeke giran derbasî Ewropa dibe, 1’ê Gulana 2018’an li Helsînkî şehîd dibe.
Bi tevlîbûna bi dehan Kurdên Fînlandiya û derdorî wê gerîla Serhat li ser gora wî bi merasîmekê bibîr tînin.
Gerîla Kendal Serhat (Xalîs Ceyhan) sala 1972’an li navçeya Tûtax a Agiriyê ji dayik bû û sala 1992’an tevlî refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Di nava 25 salên gerîlatiyê de li gelek cihan bi erk û wezîfeya xwe rabû. Ji ber şert û mercên giran ên şer xisar li guh û mejiyê wî bû.
Ceyhan ji bo tedawiyê neçar ma berê xwe bide Ewropayê û li Fînlandiyayê dest bi tedawiyê kiribû. Ji ber ku rewşa Serhat giran bû, tedawî pir giran pêş diket.
Ceyhan ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê 1’ê Gulanê li Helsînkiyê şehîd dibe.