HELEB – Bi sedan karker û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn. Bi beşdaran alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, PKK`ê û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve çalakiyê xwe bi reng kir.
Beşdar ber bi Qada 7 Şehîdan a li rojhilatê Şêxmeqsûdê ve çûn. Li qadê hevseroka Saziyên Civaka Sivîl Sûad Hesen 1’ê Gulanê li tevahiya kedkaran û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate pîroz kirin.