AMED – Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê re DGH û DGK-H’ê bang li ciwanan kirin ku bi ruhê seferberiyê tevbigerin û bang li ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê kirin ku bi çalakiyan bersiv bidin dagirkeriyê.
DGH’ê çalakiya xwe ya li Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. Her wiha hate parvekirin ku di çalakiyê de 2 polîsên dagirker birîndar bûne.
Di derbarê çalakiyê de agahiyên ku hatin diyar kirin wiha ye;
“Di 29.04.2022’an de yekîneya me ya Şehîd Hogir Amed li taxa Kuçê ya Amedê polîsên Tirk ên dagirker kirin hedef. Çalakî bi fîşekên hewayî destpê kir, bi hatina polîsên dagirker re çalakiya çekdarî destpêkir û di çalakiyê de 2 polîsên Tirk birîndar bûn.