LONDON – Di pêşengiya JXK’ê de, li paytexta Îngilîstan Londonê, di şexsê Şehîd Leyla Qasim, Hakî Karer, Kak Fuat, Huseyîn Çelebî, Anna Campbell û bi pêşengiya JXK’ê de Konferansa Xwendekarên Kurd ji bo Xwendekaran hate li darxistin.
Konferans ji sê panel û 6 semîneran pêk tê. Di serî de li ser çawaniya rêxistinbûna Kurdên li dîasporayê û rola pêşeng a ciwan û xwendekaran nîqaş hatin kirin.
Di konferansê de çalakiyên weke Jineolojî û şanoya Kurdî jî hatin lidarxistin.
Di panelan de Endamê Fakulteya Zanîngeha LSE Mehmet Mîm Kurt, Pisporê Dîrokê û dostê Kurdistanê Nik Matheou, Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê Elîf Sarîcan, Lêkolînera Tevgera Jinên Kurd a Zanîngeha Oxfordê Dîlar Dîrik, Dastan Jasim a ji Başûr û aktîvîstên jin, xwendekara civaknasiyê. Sîpan û aktîvîstên JXK’ê li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û paradîgmaya Rêbertî nîqaş kirin.
Di dawiya panelê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilîstanê (TCŞ) Fîraz Çekdar banga çalakiya 1’ê Gulanê ji bo azadiya Rêbertî, legalîzekirina PKK’ê û tinekirina faşîzma dewleta Tirk kir.
Piştî konferansê bi dîlan, dirûşmeyan û bi tevlîbûna Koma Zelal ve bi dawî bû.