MARSİLYA – Di meşa ku sendîkayan di çarçoveya çalakiyên 1’ê Gulanê yên li bajarê Marsîlya yê Fransayê de li dar xistibûn de, aktîvîstên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer) di çarçoveya bangawaziya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê îmze hatin komkirin.
Sendîkayên karkeran û rêxistinên çep ên sosyalîst yên beşdarî meşê bûn eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê dan. Ciwanan jî ji bo teşîrkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê belavok belav kirin. Di meşa 3 saetan de bi sedan îmze hatin komkirin.