NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Bîranînên Gerîla Zelal Çelê
Bê guman gelek bîranîn ji serê me borîn. Ji ber ku em di nava şerekî bê eman bûn. Lê ev bîranîna min a ku ezê vebêjim, bandora xwe liser min hinek cuda ye.
Ji ber ku cara yekê bû, weke jin, min dijminê xwe ewqes ji nêzik ve didît. Dijmin jî wisa min didît. Ew gava ku çavên me beramberî hev, li ser çavên hevdu zîq bibû, ez ji nava hezar hestan derbas bûm. Û him jî di nava kêliyekê de. Her tim dibêjin “gotin û jiyîn ne wek hev e”. Ez bi giştî tevlî vê nêrîna bav û kalan dibim. Ji ber ku ez dizanim çiqes em qala serpehatiyên xwe bikin jî, ji niha ve, ji gelek kesan re weke çîrok tên. Lê di vê aliyê de jî ez xwe bi şans dibînim. Ji ber ku gelê Kurd, ji niha ve dîtiyê gelek serpêhatiyên gerîla ye. Em weke gerîla çawa bûne dîtîya berxwedaniya bê hempa, ya gelê xwe. Ez dizanim, yên ku herî zêde bawerî di navbera xwe de çêkiriye, gerîla û gelê Kurd e.
Sal 1994 bû. Ez wê demê li gorî hevalên ku li Zagrosê ne, hevaleke nûbûm. Nûbûna min li gorî wan mercên wê demê bû. Ew bibû du sal in, ez tevlî hevalan bibûm.
Gerilayeke heremê bûm. Eşîra me jî bi dijwariya xwe ya li hemberî gerîla dihate naskirin. Loma jî hevalan dihîştin ku em her tiştî zû fêr bibin, roj bi roj, bi hêztir bibin. Di nava rastiyeke wisa feodal, girtî û weke jin hatina me, hevalan pir bi nirx peşwaz kiribûn. Loma jî ez jî rêkirim qada Herkî-Gerdiya ku diviya em li wan deran hinek vebûnan çebikin. Yekîneya me, yek bi yek ji hevalên bijare hatibû avakirin. Ji ber him qada ku diçin nû ye, him jî mercên qadê giran bû. Her hevalek di karê xwe de bi rastî jî pir xurt bû. Em mangayek hevalên keç di nava wê yekîneyê de bûn.
Di vê herema Gerdiya û Herkî yê de, diviya me gel bi rêxistin kiriba. Lê di heremê de cerdewanî pir li pêş bû. Em giştî sî û pênc heval bûn. Di nav de jî heft hevalên keç bûn. Fermandara hevalên keç Hevala Cahîde Qaraman bû. Niha ew heval şehîd e. Fermandarê yekîneyê, Hevalê Sadun bû, şehîd ketiye. Bi xwe ji Başûrê Rojavayê bû. Rêzan Kurtalan ser taximê bû, ew jî niha şehîd e. Di wê yekîneyê de, ya ku sax maye ez im. Niha hemû şehîd in. Hevalên keç Hevala Cahîde Mêrdîn, ku bi xwe wek min gotî fermandara me bû, ez, hevala Newroz, Zinarîn Mêrdîn, hevala Erîvan Mêrdîn, hevala Hevîdar Mêrdîn yên ku navê wan niha hatine bîra min ev heval in. Hevalên keç piraniya wan ji Mêrdînê bûn.
Herkî û Gerdiya dikevin qontara Zagrosan. Li van deran, havîna jî berf nediheliyan. Ji xwe herkes dizane ku li Hekarî her tim, çar demsal bi hev re tê jiyîn. Gava em çûbûn wan deran meha Nîsanê bû.
Tenê cîhazekî me hebû. Qada ku em dikêtana qadeke nû bû. Kesî ku rê û ewraz xweş naskiriba jî nebû. Em û ewraz bi her tiştê xwe re hevnasîneke nû, me yê jiyan bikira. Lê tiştên pir balkêş û sosret, hê di rê de xwe da rûyê. Em digihaştin ku derê, roja paştirîn cerdewan û leşkerê Tirkan bi hev re operasyon dianîn ser me. Te di go qey ajanek di nava me de heye. Gava ku ev bûyer her carê xwe dubare kir, em bi rastî jî ketin nava gumanan û fikaran, gelo, bi rastî jî sîxur di nava me de heye? Lê piştre me derxist ku, şopên lingên me, dihîşt ku dijmin her li pey me were. Ji ber ku buhar bû û giya şîn bûn, şop li serê diman.
Dora bîst rojan em ji hevalan qut man. Yanê bi bîryargehê ve têkîlî çênedibûn. Ji ber ku cîhazê me dirêj nedikêşand. Ji xwe gava em bi cîhazê diaxifîn, dijmin yekser bi ciyê me dihesiya. Ji bo wê jî me wek yekîne, bi hev re nîqaş kir û me bîryar da ku em biçin alana Gerdiya. Bi kinasî, diviya em ji Herkî manevra bikin û xwe bidin aliyê Gerdiya. Li Herkî yê gundê herî nêz gundê Bayê bû. Em nêzî wî gundî bûn, em ji wir çûn Gerdiya, gundekî bi navê Bêzelê li wir hebû. Li wî gundî du tax hebû. Yek jê, ji me re baş bû, lê yek dijayetî dikir, cerdewan bûn. Çend roj bibû ku me qet tiştek nexwaribû, tenê bi giyayan ve me xwe têr kiribû. Ji xwe çûndina me de armanc, him bala dijmin belavkirin, him jî hinek erzaq peyda kirin bû. Ji milekî ve amadekariya çalekiyan jî me dikir. Bîryargeha navendî ji me çalekî nedixwest lê ji bo demê pêş me amadekariya xwe car dî jî dikir. Gihandina me wê derê şevekê sax piştî meşekê çêbibû.
Gava em gihaştin nêzî wî gundî, Hevalê Zinar Diyadîn hebû, niha şehîd e, li ser fermandarên mangayan digeriya û dixwest nêrîna wan bigre, da ku em li wê derê bimînin an na. Hevalê Zinar, hevalekî pir hêja û dilgerm ku ji dil ve bi hevalên xwe ve girêdayî bû. Em hevalên keç, weke birayê xwe nêzî wî dibûn. Ji min pirsî û min jî got:
“Wele em li vir nemînin wê baştir bibe”
Em çûbûn gund û ji bo sî û pênc hevalan me nîv çewal ard derxistibû. Diviya em hinek dûr çûbana û demeke dirêj, bi vî ardî diviya me xwe ragirtiba. Min ji Hevalê Zinar re got: “Em hinek din pişt vê sirtê hanê de herin, hinekî din em dûr bibin wê baş bibe”
Nêzî saeteke din em ji wir dûr ketin, pişt sirtê ku em lê bûn, ber bi piştê ve em zivirîn.
Dar nû şîn dibûn. Ewrazeke bi dar bû lê şkêr jî gelek bûn. Me got, em li wê derê bin. Hevalên ku girê bigrin me derxist, diviya çar saet ji ciyê me dûr û bilind biçin da ku bikaribin bi hevalan re, bi riya cîhazê jî bikaribin biaxivin. Armanc ew e ku, em bikaribin him dijminê xwe bişopînin, him ewlekariya xwe xurt bikin û him jî bi hevalan re têkîlî çêbikin. Artêşa Tirk fêm kiribûn ku têkîliyên me û bîryargehê ji hev qut bûye, her li ser cîhazê bang dike û dibêje “me wan kuşt”, Serokatî jî her pirsa me dikir. Hevalê Muzaffer Şirnex li ser grubê girê çûbû.
Di wan deman de, di nava hêzên taybet ya dijmin de jin jî dihatin şuxilandin. Ji wan re digotin Ayşecîk. Ji bo xwe, wan jinan dianîn û didane şuxilandin. Ciyê ku em lê bûn, bi dar bû lê ciyê ku hevalên ku çûne tepê, yanê gir, şkêr bûn. Ji ber ku ber bi jor ve dar nebûn.
Piştî bîst rojan, me xwest em ji xwe re xwarin çêbikin û bixwin. Her mangayek kulmek ar kete para wan. Her mange ji xwe re sibê zû hevîrê xwe çêkirin. Hevîr vekirin û di nava rûn de qelandin.
Gava hevalên ku diçin girê, dengê kobra dibîsin lê ji me re pir dûr dihat. Me nedizanî ku leşkerên xwe datanîn. Hevalên ku çûbûn ser girê bilind, nedikarîn me agahdar bikin. Çar saet ji me dûr ketibûn. Cîhaz jî nebû. Nikarin gule biteqînin, wê dijmin pê bihese, neçar dimînin xwe li wan deran vedişêrin. Me gava ku dengê kobra baş bihîst, me tevdîrên xwe girt. Me xwe di nava giyan de veşart. Me dît ku cerdewan hatin. Bi hatina wan, em ewle bûn ku ciyê ku em lê ne hatiye naskirin. Dizanîbûn ku em li wan deran in, lê nedizanîn em rasterast li ku derê ne. Her ciyê ku bi gumanin, guleyan diberdan serê û derbas dikirin. Saetek derbas bû, me dengê fîşekan bîst. Me fêm kir ku hevalên ku çûbûn girê, ketibûn nava şer. Hevalî Muzafer li wir şehîd dikeve. Ew cîhazê yekîneyê jî bi wî re dikeve destê dijmin. Hevalên dîtir xwe xilas kiribûn. Tu derfetên me yê ku em bikaribin biçin alîkariya wan nebû. Ji xwe her der tije leşker bibû. Ne gengaz bû ku em wan hemûyan derbas bikin û bigên hevalan. Em di nava çemberê wan de mabûn. Lê hê jî em nedîtibûn. Lê hêdî hêdî nêzî me dibûn. Me got “di vê dolê de em nikarin bi dijmin re şer bikin, a rast ew e ku em bêdeng bin, heta ji me were em nehêlin ku bi me bihesin”. Me nedixwest em têkevin nava şer, sedema yekem, yekîneyê yekem ku hatiye vê heremê em bûn û diviya wisa yekser hemû bi hev re şehîdbûn nebaya, a diduyan jî gava em ketibana nava şer, kes ji me xilas nedibû. Ev rewşa veşartî û lêgerîna wan bi me, wisa heta piştî nîvro, ber bi êvarî berdewam kir. Me dixwest zûtirîn şev xwe berde ser me ku, em bikaribin manevra bikin. Di rewşên wisan de dostê herî baş ji bo me şev e. Hevalên ku ji tepê xilas bûne, dixwazin ber bi Avaşînê ve biçin û xwe hildine ewlehiyê. Dijmin jî hêdî hêdî ber bi ciyê ku em lê ne dihat. Me fêm kir ku êdî ciyê me nas kirine. Ji xwe her derê geriyan û tu cî nema ku lê nemeyzandin, ji xeynî ciyê me. Me bîryara xwe dabû ku heta pir nêzî me nebin em nakevin şerê. Li wir jî gelek gule li ser me reşandin, çeka bi agir ku jê re digotin “lav sîlahi” avêtin ciyê me.
Gava me dengê xwe nekir û şev jî xwe li ser ezmên belav kir, mecbûr man ku xwe vekşînin.
Heta wê gavê ez pê nehesiyabûm ku ji lingê xwe birîndar bûme. Parçeyek ji lav sîlahî, bi lingê min ketibû. Tam li ser çokê min ketibû. Lingê rastê bû. Lê ji ber ku ez nû bûm, gava min xwîn dît ez pir pê bandor bûm. Birîneke giran nîne, çokê rastê de zêde kûr jî neçûye lê gava ku Hevalê Zinar ji min re got:
“Tu birîndar bûyî” û piştre min xwîn dît.
Ji bo xwe paş de kişandinê, em çûn ser pira Herkî û Gerdiya. Pir li ser ava Hecîbegê bû. Gruba me giran bû, rewş wisa ne baş bû. Hevalan, ji ber ku siviktir bimeşin, di nava xwe de bîryar girtin ku min li wê derê veşêrin. Hatin ji min re gotin:
“Emê biçin lê tu bi me re nikarî bimeşî, emê narincokek bidine te. Gava dijmin nêzik bû, tu dikarî biteqînî. Ger nêzî te nebin neteqîne, emê piştî çend rojan werin te bigrin.”
Di nava giyan de ez veşartim û çûn.
Dijmin bi qasî nîv saet biniya min bûn. Dengê wan xweş dihate min. Xwe komî ser hev dikirin, da ku paş de bikşînin. Ew jî pir westiya û ji hal ketibûn. Lê car dî jî giran tevdigeriyan. Ji ber ku ciyê ku hevalê Muzafer şehîd ketibû, du heval jî birîndar bibûn. Dewsa xwîn dîtibûn. Qederek geriyabûn, lê tiştek nedîtibûn. Her li pişt xwe û li derdora xwe dimeyzandin.
Heval gava di rêde qederek dimeşin, Hevalê Zinar û Hevalê Rêzan nîqaş dikin, tiştê di dilê xwe de ji hev re vedibêjin. Dibêjin:
“Hevala Zelal giran birîndar nîne, me şaş kir, diviya me nehîştiba. Em hê dûr neçûna, ya baş ew e ku em biçin wê bînin”
Yekîne li ciyekî disekine û car dî, ew her du heval bi xwe tên ku min bibin. Lê berî biçin ji min re gotibûn:
“Heta dijmin neyê mesafeya bombe, neteqîne”.
Rewşa ku ez têdebûm, min nedikarî di mejiyê xwe de wateyek bidimê. Ez tenê bûm, heval wê bihatana an na, ne diyar bû, wê dijmin ez bidîtama an na, ezê sibê bibînim an na, ger ez şehîd bikevim wê diya min çi bike, malbata min wê çawa pêşwaz bikin û pirsên bi vî rengî re ez çend deqe mam tenê. Ji bo min, ji bo hestên min ya 18 salî, ez bawerim zêde giran bû. Li hemberî vê giranbûnê, ez pir zû westiyam, tenê xewa min dihat. Ez bin kefiya xwe de, xewê re çûbûm lê narincok di destê min de amade bû. Ez bi dengê xişiniya dengê giya ve hîşyar bûm. Min narincok rast kir. Min di dilê xwe de got “dijmin min şopandiye û dîtiye.” Ez li bendê bûm ku hineke din nêz bibin, da ku ez narincokê biteqînim. Min dixwest ji wan jî hinek bi min re biçin. Her ku diçe, deng hêdî hêdî nêzî min dibû. Nikarim bêjim “tu kî ye?”. Min dît ku dengê fîtikê tê, lê deng ne ya dijmin e, weke ya hevalan e. Bi dengekî pir nizm, min bîst ku navê min tê gazî kirin. Digot:
“Hevala Zelal!, tiştek neke, em heval in!”.
Ew gava ku min narincok rast kiribû, ji bo bi dawî kirina jiyana xwe ya 18 salî, dengeke wisa bihîstin, ez nikarim salox bidim. Bi rastî jî hestên mirinê, şehîdbûnê gihaştibû lutkeyê herî jor, yekcar bi wê dengê ve pir tûj zivirî jiyanê. Hestên wisa di asta bilind, bi dijberê xwe ve gava ciyê xwe diguhêrîne, dilê mirov ne gengaze ku normal lêbide.
Ez du saet tenê mabûm, lê du saeteke ku bedêla salan e. Heval hatin cem min, destpêkê rexnedayîna xwe kirin, pişt re jî gotin “ emê bi hev re biçin, xwe giran neke, birîna te pir giran nîne”. Wele, min qet rexnedayîna wan guhdar nekir, ez hînde kêfxweş bibûm ku tiştek ne xema min bû.
Bi alîkariya wan hevalan, em gihaştin heta ciyê noqta şkêran. Em piştî çar saetan gihaştibûn wê derê. Lê belê tişteke din hebû, gava paş de vekişandinê de, dijmin jî diçe wir, em jî diçin wir. Yekîne xwe xilas kiriye û çûye. Me jî xwe berda wê derê ku min gotiye.
Hevalên derveyî yekîneyê me, ji radyoyê guhdar kirine ku dijmin gotiye “ me sî û pênc PKK’yî kuştiye.” Hevalan jî grubek hevalan rêkiribûn qada ku em lê bûn, ger ev nûçe rast be, wê werin cinazeyên me veşêrin. Bêr û tevirên xwe jî tînin û tên.
Qederek jêrê me, pirek hebû. Li ser aveke mezin hatibû çêkirin. Li ser ava Basya bû ev pir. Divê, em mecbûr ji wê pirê re derbas bibin, nexwe ne gengaze ku em bikaribin xwe xilas bikin. Pireke wisa ye ku, cerdewan jî tên kemîna davêjin, leşkerê Tirkan jî tên kemînan davêjin û em jî tê re derbas dibin. Herkes mecbûre ku wê pirê bide şuxilandin. Havînan dema ku av hinek kêm dibe, mirov dikare ji avê re derbas bibe lê di vê wextê buharê de, ne gengaz e. Av pir boş e.
Ew gruba ku hatibûn dû yekîneyê me, gava digêjin ser pirê, li wan dibe roj. Xwe avêtine bin pirê û ji sibê heta êvarî, di nava avê de man e. Di bin pirê de hinek hesin hene ku karibin xwe pê ve bigrin. Di berbanga sibê de, ew hevalan dibînin ku hinek kes xwe diberdine noqtê şkêran. Ew di dilê xwe de dibêjin “ew heval in”. Rast bû jî, ew em bûn. Lê piştî saetekê, dijmin jî tê wê derê. Ji ber ku weke min gotibû, dijmin jî vekişana xwe ya paş, ji wê ciyê ku em lê bûn dikir. Ciyeke wisa ye ku tê de her der şkêr e. Tehtik in. Tu dikarî xwe tê de veşêrî. Lê bê guman di nava dijmin de, wisa xwe veşartina te, pê bihesin derfetên xwe xilas kirinê zêde nîne. Di wir de şaşitiya me ya herî mezin ew bû ku, em hinek tî bibûn, em raste rast çûbûn ser kaniyê û me xwe li wir, pişt şkêrekî de veşartibû. Yanê ciyekî bi xeter de em mabûn. Dibetiya dîtina me, bi vî rengî, me bi destê xwe gelek zêde kiribû.
Me dît, leşker jî ketin ew ciyê ku em lê bûn. Gava me leşkeran dît, me her sê heval, xwe kir e weke yek kes. Ewqes me xwe qurmiçand ku, bila kes me nebîne. Ji sibê, heta êvarî em di nava hev de wisa man. Ciyê ku em lê bûn, dar jî lê zehf bûn. Em hinek jorî ciyê ku leşker lê bûn disekiniyan. Me hemû liv û tevgera wan didît.
Weke gerîla, me di nava xwe de ji bo çaydanên mezin digot “doçka”. Yê leşkeran jî wisa mezin bû. Manga manga rûniştibûn. Tekmîlê xwe didane jorî xwe. Zîrevanê wan hebû. Zêde kes bi serê xwe nediçû û nedihat, lê ji halê wan pir diyar bû ku gelek westiyane. Di nava xwe de, carê bi dengê bilind diaxivîn. Zirtê xwe didan. Her carê yekî digot “min ewqes PKK’yî kuştiye, ewqes birîndar bûye”, nizanim çi kiriye û nekiriye, her ji hevdu re digotin. Di rastiya xwe de, ew bi xwe gelek kuştî dabûn. Ji xwe, navê vê operasyonê jî min li wir, ji devê wan bihîst. Digotin “Tavşanı kaldırma operasyonu” (yanê operasyona rakirina kevroşkê) bû. Ji tekmîlê wan me fêm kir ku, ev tugay ji Qersê hatibûn. Saet yekê, çend seyare wê bihata ser pirê, bi ewlekariyê xwe ve, wê xwe bigihandana ciyê xwe. Ji parastina vekêşana paş de, gelek tank, kobra û hwd xwestin. Heta nîvro bêhna xwe vedan û piştî nîvro seyare hatin. Hemû rabûn ser xwe, xwe amade kirin, ketin rêza xwe ya leşkerî ya meşê.
Di wê navberê de xwarin xwaribûn, ku em bi xwe jî demeke dirêj birsî bûn. Çend roj bibû nizanim, lê me xwarin nexwaribû. Firaqên xwe komî ser hev kirin. Hemû tiştên ku nexwaribûn, xistin nava êgir û şewitandin. Her der paqij kirin, wisa kirin ku , gava tu lê binêrî, tu nikarî fêm bikî ku hinek hatine van deran. Gava ew bi rê ketin, me min jî carê serê xwe hêdîka radikir û li wan temaşe dikir. Cara yekem bû ku, ewqes ji nêz ve min didît. Min serê xwe ditewand û piştre careke din derdixist. Lê gava min cara dawî serê xwe rakir, ku ez binêrim ka gihîştine kuderê, min dît ku ez û leşkerekî Tirk hatin beramberî hev.
Wî jî ez bawerim tiştekî xwe li ser avê ji bîra kiribû. Wisa qederek çavên me li ser hev du man. Ne min denge derxist, ne jî wî. Em her du jî mabûn hişk di ciyê xwe de. Me şoq jiyan dikir. Lê ji paş ve dengê leşkeran dihat, gazî wî dikirin. Bi dengê sêyemîn re, weke ku ji xewê hîşyar bibe, serê xwe li me hejand û çû. Her du gavê carek, li pişt xwe dizivirî û li me dimeyzand. Me jî li wî dimeyzand. Bi çûndina wî re, em ketin nava fikaran, me di dilê xwe de got “wayê, heta vê derê ye, çû ji me, dê niha bên ser me”. Em li bendê bûn ku leşker têkevin alarmê û li gorî rewşa şer xwe bi cî bikin. Ji xwe li gel me tenê yek qlêş hebû. Ji bo ku bikaribin alîkarî bidine min, tenê yek bi xwe re anîbûn. Her yek du narincok anîbûn û yek jî li cem min hebû. Me, yekser narincokên xwe amade kir û me got “kengî werin, emê jî bavêjin wan û şer bikin.” Me, hêdîka serê xwe, careke din ji pişt kevirê derxist û li dijmin temaşe kir. Leşker diçûn û paşbirê wan jî rêpaqij dikir. Kesek ber bi me ve nedihat. Ew leşkerê ku min dîtibû, hê jî carê, bêyî ku bi derdora xwe bihesîne, li pişt xwe dizivirî û li me dimeyzand.
Di wê kêliyê de min xwest rûwê wî bînim bîra xwe. Lê mixabin, tenê rengê porên wî yê kej û çavên wî yê şîn di bîra min de mabû. Yekî bejin bilind bû. Lê di wê gavê ku em hatibûn beramberî hev tiştên ku em fikirîn çi bûn?
Ez: Gelo tu çi dikî li vir?
Leşker: Min meqesê xwe li ser avê ji bîra kiriye.
Ez: Tu dê niha çi bikî?
Leşker: Nizanim, ez jî nizanim çi bikim.
Ez: Tu dê fermandarê xwe ji me agahdar bikî?
Leşker: Nizanim.
Ez: Zû bîryara xwe bide, wext nîne
Leşker: Bê deng be, ezê tiştek nebêjim.
Ez: Çima, ma tu jî Kurdî?
Leşker: Ez vê pirsê nabersivînim.
Ez: Tuyê çi bikî?
Leşker: Ez naxwazim bimrim, em pir westiya ne, emê bela xwe ji hev vekin. Bêdeng rawestin, heta em diçin.
Min dê gelek pirsên dîtir jî jê bikira, lê nesekinî û çû.
Tirsiya, nedixwest bimire, nedixwest kesî bikuje, gelo Kurd bû û ji ber wê deng nekir, mabû behetî loma nedikarî biaxive? Nizanim. Bi rastî jî nizanim. Lê tiştê min dizanîbû, nehîşt ku şerek çêbibe. Ger şerek çêbibaya, emê misoger hatibana şehîd xistin, lê wê ji wan jî çendek biçûya.
Ez nizanim rast bû an na, lê gava ku tu şer neqewimî, her rûwê wî leşkerî gava min dianî ber çavên xwe, di xeyala min de ew leşker bi rûkenî ji cem çûbû. Dibe ku ew jî xeyala min be, lê wisa min xiste hundirê dîroka mejiyê xwe.
Jinbûna min ji wî re çiqes sosret hatibû, keçeke Kurd wisa di nava ewqes leşkeran dîtin, jib o wî hesteke çawa diafirand?
Wekî me, di nava wan de jî yên ku nedixwestin ev şerê qirêj û di aliyê hêz de ne hevseng e rûbide, hene. Lê di kêliyên destpêkê de min qet jinbûna xwe neanîbû bîra xwe. Piştre hevalan di nîqaşên xwe de digotin “wî leşkerî bawer nekiriye ku di nava van çiyan de jinek di nava wan de xwe veşartibe”. Lê niha ez bawerim bîranîna wî ya ku di navbera me de derbaz bûye, ji bo wî zêdetir balkêş û sosret e.
ji dûr ve hevdu kuştin bi rastî jî ewqes zor nîne, lê mirov, hundirî cave hev binêre û hevdu bikuje, ev karê herkesî nîne. Yên ku armanca wan di nava şer de nebê, ewkes ji sînor û pîvanên şer derbaz dikin û şer dikin warekî qirkirinê.
Lê ger ew çavên şîn êrîş kiriba, em jî jib o parastina xwe bi bîryar bûn.