ŞENGAL – Piştî hewldanên êrişê yên artêşa Iraqê yên li ser Asayîşa Êzidxanê, rewşa li Şengalê giran e.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, artêşa Iraqê hêzeke mezin a leşkerî amade dike ku destwerdanê li navenda Şengalê bike.
Çavkaniyên cihê baweriyê diyar kirin ku bi taybetî li herêmên Tirbika û Herdanê artêşa Iraqê amadekariyan dike û fikar hene dest li Şengalê werdin.
Rageşiya li herêmê dewam dike.
Di vê navberê de li ser tevahî Şengalê helîkopterên leşkerî di van kêliyan de difirin.
Ji navenda Şengalê heta Dugirê, Sinûnê, Xanesorê, Medîban û gelek herêmên din helîkopter li ser qadê difirin.