REQA – Di çarçoveya îlankirina seferberiya giştî de” de Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqa û gundewarê wê çalakiyên xwe li bajêr birêxistin kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqa û gundewarê wê çalakiya xwe li bajar di Parka El-Reşîd” de, bi beşdariya komên ciwan ên herêmê li dar xistin.
Jinên ciwan di çalakiya xwe de sinevizyon derbarê rola ciwan û jinên ciwan ên di pêvajoya niha de pêşkêş kirin. Di heman demê de behsa êrîşên dagirkeriya Tirk û hevkarê wê PDK’ê ve, ên ser qadên gerîla Herêmên Parastina Medya kirin. Di heman demê de bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî. Li hember van hemû êrîşan berxwedana gel û gerîla di kîjan astê de ye hate gotin.
Di dawiyê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Reqayê axaftin hate kirin û di nava axaftinên xwe de bal kişandin ser armanca van êrîşan û gotin; “Dagirkerî dixwazin bi van hemû êrîşan re vîna me tune bike, navê me ji vê dîroka mirovahiyê sîl bike.”
Ev çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqayê ve hatî li darixstin, di çarçoveya seferberiya giştî de ye.