NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê didomînin. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê ciwan li 4 parçeyên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla dibin.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê ragihandin ku tevlî nava refên gerîla bûne.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku tevlî nava refên Gerîla dibin, daxuyaniya ciwanan wiha ye;
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li aliyê din gerîlayên azadiya Kurdistanê her roj li dijî êrîşên dagirkeriyê li berxwe didin. Destûr nadin faşîstan ku li çiyayê Kurdistanê bi cih bibin. Ji ber vê jî her ku diçe îxanet jî zêde dibe, hevkarê dagirkeran PDK’ê jî destê xwe di van êrîşan de heye, li hember van hemû êrîşan gerîlayên azadiya Kurdistanê bi qehremanî şer dikin.
Em weke ciwanên Başûre Kurdistanê riya şehîdên xwe dewam dikin. Emê çeka şehîdên xwe yên ku bi salan bi fedekarî beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûne û di vê riyê de şehîd ketine berdewam bikin û em ê li pey xeyalên wan ên azadiyê bin.
Em tevlî şerê azadiyê dibin û li kêleka gerîlayên ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin bi can û dilê xwe şer dikin. Heta em Kurdistanek azad bi dest bixin em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Di dawiyê de em bang li hemû ciwanên Başûr ên Kurdistanê dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin. Divê her ciwan beşdarî têkoşîna azadiyê bibe û bersivê bide êrîşên dagirkeriyê.