NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Şehîd Zîlan ên Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, “Em ê xwîna rêhevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin, nirxên ku wan afirandine mezin bikin, sekna wan a bi kok li her dera cîhanê belav bikin û bi zêdekirina hêvî û evîna azadiyê di dilê hemû jinan de emê bersiva xwe bidin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:
“Heta ku egîdên me û destanên bi vî rengî yên lehengî yên me hebin, têkoşîna me ya azadiyê wê ti carî têk neçe. Sekn, îrade, berxwedan û têkoşîna jina azad teqez wê bi ser bikeve. Jina azad a ku têbikoşe û bi ser bikeve, wê bi hemû gelan û mirovahiyê mezin bide qezenckirin!
Şeva 1’ê Gulanê saet di 22:00’an de li Taxa Gungor a Geverê, me tespîtkir ku înşaeteke vala ya li kêleka qereqola polîsên dagirker heye ku firoşkarên madeyên hişbir û bikarhênerên wê timî ketine hundirê wê, her wiha gelek caran polîsên Tirk jî ketin hundir û qet mudaxeleyî firoşkarên madeyên hişbir nekirine.
Dema firoşkarên bi kirîn û firotina madeyên hişbir re mijûl dibûn, yekîneyên me mudaxele kirin û bi fîşekên hewayî li dijî wan çalakiyek lidarxistin. Hate dîtin ku firoşkarên madeyên hişbir ên di înşaetê de reviyane qereqola polîsan a ku gelekî nêzî wê ye. Şêniyên taxê derketin derve û bi dirûşme û fîtikan piştgirî dan çalakiya me. Divê viya bizanibin; Em her tim li pey kesên ku madeyên hişbir difiroşin û vedixwin in. Em destûr nadin ku li ti taxên Geverê madeyên hişbir bê bikaranîn! Nefesa ciwanan wê tim li ber guhê we be!”