ÎTALYA – Ciwanên Kurdistanî û dostên wan ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê çalakiya betlaneya sivîl li dar xistin.
Ciwanên destpêkê çûn avahiya televîzyona fermî ya Îtalyayê RAI, bal kişandin ser şerê li Kurdistanê, piştre derbasî Parlamentoya Îtalyayê bûn û bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ên li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên artêşa Iraqê li ser Şengalê.
Ciwanan pankart, alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan vekirin û bi dirûşmeyên “Qatil Erdogan” û “Bijî Kurdistan” çalakiya xwe berdewam kirin.
Di daxuyaniya ku li avahiya Meclîsê de hate xwendin, bal kişandin ser bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê û hate gotin ku divê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên ji aliyê faşîst Erdogan û çeteyên wê de tê kirin bê deng nemînin.
Ciwanên Kurdistanî û dostên wan jî bal kişandin ser berxwedana gerîla ya li Kurdistanê pêş dikeve û diyar kirin ku gelê Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê li berxwe dide.
Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK û YBŞ’ê hatin bilind kirin, Ciwanên ku nîv saetê avahiya kanala RAI de diman, çalakiya xwe bi dirûşmeyan bi dawî kirin.