MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê 150 xwendevanên ku dibistana Amadeyî qedandin, bi şahiyekê hatin xelat kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 150 xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn ku dibistana Amadeyî qedandin, hatin xelat kirin. Duh êvarê ji bo xwendevanan şahiyek pîrozbahiyê hate lidarxistin, tevî malbatên xwendevanan bi sedan kes tevlî şahiyê bûn.
Beriya pîrozbahiyê deqeyek rêz ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî axiftinan sinevizyona xwendevanan hat temaşe kirin. Piştî temaşe kirina sinevizyonê şano hatin nîşandan û xwendevanan stran pêşkêş kirin. Xwendevan, mamosta û malbatan heta derengiya şevê govend gerandin.