NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê girtî Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî yê ji Rojhilatê Kurdsitanê, 29 roj in li dijî êşkenceyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Reşît Dayan û Ûgûr Ûyar 24 roj in di çalakiyê de ne, greva Umît Ozen jî di roja 21’ê de ye.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Dîlokê Sînan Taştekîn diyar kir ku rêveberiya girtîgehê pêdiviyên wekî şekir, xwê û lîmonê nadin girtiyan û ji ber vê çalakî wekî ‘rojiya mirinê’ didome.
Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê jî çûbûn serdana girtiyan û diyar kiribûn girtî heta ku daxwazên wan werin qebûlkirin wê li ser biryara xwe bin.