NAVENDA NÛÇEYAN – Qenalê Rûdaw TV ku weşanên xwe ji bo PDK’ê û Tirkiyê dike, beriya demekê ji ber bê pîvantiya wan yên ji destkeftiyên şoreşê û nirxên herî pîroz yê vî welatî ji şehîdan re, ji aliyê Rêveberiya Xwaser ve hatibû qedexe kirin. Rûdawa ku dibêje ez di xizmeta vî gelî de me, ji şervanên qehreman re ku ji bo vî welatî canê xwe danîne holê re dibêje kuştî, nêzîkatiyên ku ji exlaqê civakê dûr raber dike. Lê ji bo leşkerên dagirker ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin û kurdan tune bikin re dibêjin canê xwe ji dest da.
Terzê Rûdaw ya bê esil êrîşî jiyanê dike, ji propaganda û ajîtasyona ji dijmin re zêdetir tiştekî din nake. Gotinên weke ji şehîdan re “Kuştî”, ji tevgera azadiya Kurdistanê re “terorîst” gotin, ji Rêberê Gelan ya ku îro kes li ser fikir û felsefeya wî dimeşe re “Rêberê dîlgirtî” gotin, nîşaneya paşverûtî, bê exlaqitî, bê çandî û bê pîvantiyê ye. Dejenerasyon, bi çavbirîçîbûnê destpêdike, qenalê Rûdaw jî birçiyê pereyên dewletê ye. Li pey xwaşikbûna sîstema modernîteya kapîtalîst û pereyên wê ve weke dînan e. Zihniyeta PDK’ê di bin navê wê de yanê Rûdaw bi azwariya mal û milkê zêde, sûd ji teknîkê girtin xistiye çavkaniya jiyana xwe. Divê ev yek jî bê zanîn ku PDK’ê qenala Rûdaw li ser dizîna ked û milkên, di serî de gelê Başûrê Kurdistanê û li pişt wê hemû Kurdistanê vekiriye û di xizmeta Tirkiyê û li piştî Tirkiyê hêzên pişt perdeyî hene de ye. Ji ber vê jî armanca PDK’ê ji Rûdawê avakirina civakeke ku li ser çînan jiyan dikin, çanda mezaxtinê û civakekî ji pîvanên xwe yên exlaqî û çandî ve dûr avakirine. Ji ber ku dijmin (PDK) dizane ku ger civaka kurd exlaqa xwe winda bike wijdana xwe jî winda dike, wê demê her agahî dikare were manîpûlekirin û rêvebirin.
Di pergala modernîteya kapîtalîst de rojevên însaniyetê bi rojevên vala re hatine berovajî kirin û bê cewher kirin. Rûdaw jî yek ji wan televizyonane ku cihê xwe di avakirina rojevên wisa de digire. Rûdawa ku ji bo Rojavayê Kurdistanê bi polîtîkayên taybet tevdigire, dixwaze vîn û fikira ku gelê Rojavayê Kurdistanê ji şoreşê girtine wan bişkîne û şoreşa Rojava weke her şoreşeke din ku rasdetî kapîtalîzmê bûye bike. Bi nûçeyên weke êş, girî, şikayet, gunehkirin û mûqayesekirina Kurdistanê bi welatên derve re dixwaze şoreşa Kurdistanê normalîze bike. Ji ber vê jî rojevên Rûdaw û qenalên weke wê ve li ser madiyet û meteryalîstê ve şêwa girtiye. Bi propagandaya ku li ser vê tê pêşxistin felsefeya ku dibêje “teqez bicerbîne, teqez jiyan bike, teqez bistîne” mirovan dixe nava reqabetê, bi vê şêwazê jî dixwaze alên xwe yên reş bigihîne bin mejiyê însanan. Rêber Gelan Abdullah Ocalan jî ji bo mijarê propaganda û Ajîtasyonê ve vê nirxandinê dike; “Amûrên ragihandinê ên dîtbarî û nivîskarî, mirovahiya ku têkiliyên wê yên bi heqîqetê re qût kirine, kirine bindestê cîhanekê ferazî. Komên kesayetên ku têkiliyên xwe yên heqîqetê yên bi civakê re wenda kirine, atombûna civakê pênase dike. Komên ku ji hev ketiye û ji civakbûnê derketine û endustriya amûrên şer, rehendên ku bikaribe mirovahiyê bi hemû derdora wê daqurtîne zû ve derbas kiriye.”
Medya bi tena xwe, organê meşandina şerê derûnî û şerê taybet nîne. Propagandaya encamên ku xwe dispêrin saziyên lêkolîn û pêşlêgerînê dike. Saziyên lêkolînên stratejîk projeyên demkî çênake, dibe ku nêrînên wî yên demkî hebe lê nêrînên wê ên pêvajoyê ne; li ser mijaran pêşdikeve û bi rasteya armancekê rêvebirinê esas digre. Ji bo vê bi rêya rêzefîlman, di civakê de çandek tê avakirin. Ev çand di bin navê rehetkirina mêjî de, lêpirsîn nekirinê û ji derveyî rastiyê jiyankirinê dike armanc.
Medya ya ku di rêza yekemîn a hêza nerm de tê bikaranîn, di roja me de bi rêya înternetê agahiyên ku mirov bi awayekê hîn leztir, hîn hêsantir xwe bigehîne weke torekê li çar aliyê cîhanê belav dike. Weke zibeleya bîlgîsayarê mêjiyê însanan jî êdî bi agahiyên tevlîhev û qirêj tê tijîkirin. Şerê taybet di astekê bilin de sûd ji vana digre. Di roja me de teknolojiya ku li gor gotina ‘agahî hêz e, desthilatdarî ye’ tê pêşxistin bê sînor xizmeta dewletê dike, kesayeta ku dershilatdarî wî xwedî dike jî him dibe qurbanê teknîkê û him jî pêkanîna wê. Komên bîrdozî yên şerê taybet avakiriye, însanan hîn bêhtir bi amûrên ajîtasyon û propaganda ve girêdaye.