NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Nirxandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan yên derbarê polîtîkayên dewleta Tirk de…
Di tevahiya dîrokê de ger îleh divê behsa partîgîrî bê kirin bêguman cudabûna çînî ya pêk hatiye, di vê mijarê de dibe ku ji bo xwe gihandina hinek serbenda bide. Cudabûna çînî ya li ser vê bingehê li Rojhilata Navîn jî belav dikirin. Ev ji nêz ve me eleqeder dike. Ya rast mîrê Tirk, weke ku misilmantiyê qebûl dikin gavek bihêz ber bi çînatiyê ve jî davêjin. Hem pêşketinên di arasteya netewî û hem jî yê di arasteya çînî de hatine jiyîn, dîsa bi
vê cudabûna civakî re rastî hev tê. Li Îranê, Iraqê, Anadolê û heta li Kurdistanê mîrên Tirk, mîrên cor bi cor, fermandar, siltan li ser hev diguherin, di asta jêr de jî beşa em jê re dibêjin Tirkmen û hejarin ji dervî xwe dibînin. Ev rê li ber gelik pevçûnên raveya xwe di îsyana de dibînin vedike. Ev pevçûn di heman demê de partigîriyeke. Dibe ku nav lê nehatibe kirin, bername nehatibe çêkirin, lê partîbûne. Çîna serdest, mêtinger a Tirk, bi şêwazê
şîrova paşverû ya îslamê ji xwe re bernameyek siyasî xêz dike û li ser vî bingehî dikeve nav rêxistinbûnekê. Jixwe dewletbûn jî di nav vê pêvajoyê de ava dike. Bi şêwazekî paşketî be jî bernama Îslamî ya amade, dîsa fermandariyên amade û gelik peywirdarî hene. Em dikarin bêjin ev partiya fermî ya Tirke jî. Ji Selçûqiyan
despê dike, heta Tirkiya roja me ya îro didome. Beşê din jî ji dervî pergala fermî tê hiştin, terkî hejarî û çewsandinê tên kirin. Di encama vê de di rastiya çînên çewsîner de têkoşîna raveya xwe dibîne derdikeve holê. Baba Îshaq, heta Şex Bedrettîn, Îsyanê Celaliyan û serhildanên paşê yên cor bi cor wek encamê vê cudabûna çînî yan jî bi şeweya berdevkê beşê hejar derdikeve pêşberî me. Ev pêşketin jî hema bêje partiya bindesta ye. Bi awayekî nihînî, di astek mezhebî de xwe rêxistin dike. Rêbazê wan ê çalakiyê jî bi şeweyê îsyanê ye. Propagandayek wan a bandorker jî heye. Li ser bingehê rêxistinên ava kirine dest bi îsyanên pir berfireh dikin. Ya rast di vê wateyê de partiyek kedkara ye. Di dîrokê de hejmarek zêde partî û îsyanên jê re pêşengtî kirine yên wisa derketine holê. Lê ji ber bernama wan ne di astek zanistî û sosyalîst de ye, dîsa asta pêşketina pêwendiyên bi hêzê hilberîner re ji ber ku ji bo serkeftinê derfet ji wan re nasnake ev mirov ji awayekî berbiçav çêwsandinê rizgar nabin. Başe ev di binê erdê de, bi şêweyê mezhebên cuda, bi taybetî jî di çiyayan de veşartî jiyan dikin. Bûyera em jê re dibêjin Elewîtî jî
hinekî bi vî rengiye. Elewîtî ya rast helwesta muxalîf a li beramberî partiyên sûnnî yên Osmanî-Tirk, Ereb û yê Îranî ya eşartî ye. Ev, bi sedên sal berdewam kir û hêjî di roja me de bandora wê girînge. Dema em ber di serdema Tazmînatê ve tên, qonaxa ketina bin bandora Rojava dest pê dike. Ev bandor bi qasî ya Bîzansiyan a di Selçûqî û Osmaniyan de tê jiyîne. Aligirên Bîzans û nokerê wan hene. Partîgiriya wisa ya di dewletê Selçûqî û Osmaniyan de
heye hema bêje dişibe partiyê burjuwa yên roja me ya îro. Hinek ji partiyên desthilatê yê wê demê aligirê Bîzans, hinek jî bitemamî di rewşa dijberî Bîzans de bûn. Dîsa beg û nûnerê gelik began hebûn. Ev, hema bêje dişibe
Tirkiya roja me ya îro; vaye li filan herêmê filan partî çiqas bihêz be, wê demê jî nûner ango klîkê filan herêmê yê bihêz heye. Lê belê pir paşketîne; ne avaniyên wisa xwe gihandibin astek zanistî ne. Jixwe di Rojhilata Navîn de partiyên wisa pêşketî bi giştî nînin. Di roja me de wek em di Ewrûpa de dibînin partparêzî jî pêş neketiye. Li aliyekî dewlet heye, li aliyê din jî beşa dewlet wan diçewsîne û dem bi dem yên rê li ber îsyana vedikin beşa di asta herî jêr de hene. Bi pêşketina bandora Rojava re vê carê jî partiyên aligirê Rojava derketin holê. Tazmînatger, dîsa Jon Tirk êdî li şûna partigîriya xwe dispêre Îslamê, dema dîtina rizgariya ji felsefa Rojava re vekirî didin despêkirin. Bi rastî jî partiya Jon Tirk piştî nîvê sedsala 18’an şûnve, tevgera bi reforma dixwaze dewletê di çarçoveya şaristaniya Rojava de bide jîyîne. Ji bo bi rêya reforma şansê xwe nû kirinê bide Împaratoriya Osmanî ya ku êdî nikare
xwe ji başverûtiyan rizgar bike, çêkera xwe nû nake, hizra Rojavaparêziyê, teknîka Rojava, zanist û heta çanda wê, cil û bergan hewl dide biteyîsîne. Bêguman di gel vê de, partiya kevn jî heye. Partiya kevn wek; “Partiya Muhafazakara” pênase dikin. Ev, zêdetir xwe dispêre beşa muhafazakar û oldar. Ev nakokî heta nîvê sedsala 19’an berdewam pêş dikeve û vediguhere tundiyê. Heta teysîna xwe li nav saltanatê jî dike; bi şêweya siltanên aligirê Jon Tirkê û yên siltanên bi dijwarî Îslamî ne klîkek du alî çêdibe. Di vê demê de Îttîhat Terakkî tê damezrandin û wê
digihînin asta mohra xwe li dewletê bide. Dîsa bi Îttîhat Terakkî xwe digihîne qoanxek nû. Bi rastî jî Îttîhat Terakkî partiyek moderne. Dixwaze burjuwaziya Tirk ava bike, netewperestiya Tirk bafirîne. Dixwaze misilmantiyê jî bixe xizmeta netewperestiya Tirk. Wek tê zanîn di van mijaran teva de xebatek berfireh dimeşîne. Darbe dike. Bi taybet di nav artêşê û rewşenbîran de kar dike. Encam, di sala 1908’an bitemamî destxistina desthilatiyê de gavek girîng davêje û siltan dixe. Bi vî rengî bi hilweşîna Împaratoriya Osmanî re, di xwe gihandina komarê de rista sereke dilîze. Ya rast komar ji aliyekî ve encamê xwezayî yê Îttîhat Terakkî ye. M. Kemal, Îsmet Înonu û hemû kadroyên din ên damezrînerê komarê hemû alîgirê Îttîhat Terakkî û Rojava ne. Qaşo modernbûnê temsîl dikin. Di burjuwaziya Tirk de hêvî dibînin û dixwazin vê jî li ser bingehekî reformîst bikin. Rêgezên sereke yên vê partiyê ev in. Dagirkeriya Yûnan jî dikin hêcet, pêngavekê dikin. Bi şêweya Qûwayî Mîllî xwe bi rêxistin dikin û xwe digihînin asta partiyek burjuwa ya bihêz. Jixwe buyera em jê re dibêjin Partiya Gel a Komarê, partiya herî birêkûpêk a burjuwa
Tirke. Ev partî, ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve ji bo burjuwaziya Tirk ji aliyê desthilatiyê ve pêş bikeve pêşengtiyê dike, di navendên cor bi cor de dikeve pêwendiyê û mîna partiya dişibe partiya demên faşîst derdikeve pêşberî me. Ji Hîtler û Mossolînî bandor dibe, heta wan jî bandor dike. Dîsa sûd ji partiyên demê yên komînîst werdigire. Wek tê zanîn dema yek partîbûnê, dema yek şefbûn, bi şêweya faşîzmê mîna kabûsê bi ser gelan de tê. Li
aliyê din, xwestin çend partiyên din ên xwedî çawaniyek bujuwa jî derxînin holê. Partiyên wek Bizava Komar Terakî Perwer, Bizava Serbest bin ketin. Sedema vê, ji ber lewaziya burjuwa sepandina wê ya dîktatoriyê ye. Herweha naçare wisa tevbigere. Ji ber ku hêza burjuwa ya rê bide demokrasiyê nîne. Dixwaze bi xwe sipartina dewletê pêşve biçe û dê biçe jî. Piştî şerê cîhanê yê yekem di encamê tengavbûna mercên navnetewî de danehevek diyar a kapîtalîst û derketina holê a çîna sermayedar, hinekî din partiyên baskê burjuwa derdixîne holê. Mînak; Partiya Demokrat derdikeve holê. Partiya Demokrat hinekî din xeta giranî dide kapîtalîstbûnê dişopîne. Rista pêşketina kapîtalîst a dewletê, hinekî din dispêre beşên taybet dike; bi bernameyek giranî dide kapîtalîzma axê, kapîtalîzma
bazirganî û derdikeve holê. Dîsa dixwaze hêz bi parlementeriya burjuwa bide qezenckirin û giraniya artêşê hinekî sînordar bike. Brokrasiyê di çarçoveya vê bernamê de pêş dixe. Berteka gel a li beramberî vê partiyê, ji ber lezbûna bernama dewletê li ser vê pêşketina civakî ye. Dema mercên navnetewî jî guncaw dibin ev partî şansê pêşketinek diyar bidest dixe û wek tê zanîn li Tirkiyê hinekî kapîtalîzmê pêş dixe. Lê belê li aliyê din di hundir de artêş û berjewendiyên brokrasiya medenî û hejandina wê heye. Li hemberî vê ji berteka tê pêşxistin re Partiya Gel a Komarê pêşengtî dike û wek partî piştevaniyê bidest dixe. Di vê nêvengê de wek em dizanin darbeya 27’ê Gulanê tê pêşxistin. Ev darbe darbeya klîkekê ye. Ev klîkek burjuwa ye. Bi taybet raveya berteka sûbayê di nav de ne. Wek hûn dizanin ev darbe naçar dimîne ber bi brokrasiya burjuva ya berfireh ve vebibe. Sînordar be jî, digel ku dijberî tekelgeriyê ye, darbeyên li polîtîka ango rêxistina Partiya Demokrat dide ber bi demokrasiya burjuwa ya berfirehtir ve ji bo gav avêtinê tengav dike. Di encama vê de gelik partî derdikevin holê, lê em dikarin ji hemû partiyan re jî bêjin partiyên dewletê esas werdigirin. Ev partî hemû dewletê diparêzin û propaganda; “Herî baş ez dikarim biparêzime” dikin. Çawa ku ji bo partîbûna fermî ya serdestê Tirk tenê yek tişta bê gotin heye ew jî, hemû partî xwe dispêrin dewletê û li ser vî bingehî hemû ji aliyê dewletê ve hatine xwedîkirin. Dewlet, bi partiyan dixwaze xwe veşêre û bimeşîne. Encax li ser vî bingehî destûr dide partiya, zagona derdixe û di encama vê de partigirî dest pê dike. Lewra ev, ne partîgîriyek li ser esasê pêdiviyên civakê ye. Li Tirkiyê bi taybet piştî salên 1960’î partîgîriya pêk hat, partîgîriyek xwe dispêre pêdiviyên dewletê ye. Heta partîgîriyek xwe naspêre berjewendiyê burjuwaziya biçûk jî. Nêveng ji vê re jî qedexeye. Jixwe qet ne partîgiriyek xwe dispêre karkera ye. Welê ye ku, Partiya Demokrat a şêweya burjuwaziya mezin jî tê qedexekirin. Bi taybet kîja ji wan bersiva herî baş ji çawaniya brokrasî û mîlîtaristiya dewletê re bersiv dide, kî destê xwe dide vê ew partîgîrî ji dewletê destûr werdigire û mafê jiyanê bidest dixe. Herweha hinek rêgezên dewletê hene. Yên destê xwe nadin vê û herî zêde vê bikarîger dikin dibin desthilat. Di vê wateyê de li Tirkiyê pîvana partîbûnê, parastina dewletê ye. Pîvanên propaganda yên dewletê, zêdetir temenê dewletê dirêjkirin, bi vî awayî li ser bingeha kêm zirar dayîna dewletê di nav pakêta tevdîran de ye. Ji ber vê jî li Tirkiyê partîbûn pir teng dimîne. Li Tirkiyê mîna Rojava partîgîrî nikare bibe xwedî çandek bingehîn. Mînak, li Ewrûpa partiyên hem ji aliyê burjuwazî hem jî ji aliyê kedkaran ve sedan sale hatina avakirin hene. Ev partî ne
partiyê xwe dispêrin dewletê ne. Heta ev dikarin li ser dewletê serwer bibin û bibin hikumet jî. Bi rastî jî wek partî hebûna wan bihêze, mînak Partiya Sosyal Demokrat a Almanya, dîsa Partiya Sosyalîst a Fransa, Partiya Muhafazakar a Îngîltere, dîsa wek vê di her welatê Rojava de yên ji dewletê zêdetir bibandor yan jî yên teşe didin dewletê û ger pêwîst bike partiyên dewletê derbas dikin mijara gotinê ne. Li aliyê din em baş dizanin ku ev partî bi asanî ji aliyê dewletê ve nayên girtin. Ev partî xwe naspêrin dewletê, dewlet hinekî xwe dispêre van partiyan. Di partîbûna li Tirkiyê de hinekî berevajî vê mijara gotinê ye. Naxwe, derketina burjuwaziya Tirk û mercên pêşketina
netewbûna nû mohra xwe li dewletbûnê dide û rê ji vê rewşê re vedike. Ev jî li şûna demokratîk kirina dewletê rê li ber bi şêweyê dîktatorî pêşketina wê vedike. Ji ber vê sedemê destûr ji partîbûnek demokratîk re nayê dayîn. Şertê yekem li vir didin pêş, partîbûn divê li aliyê dewletê û dijberî kedkaran be. Mînak li Ewrûpa Hîtler û Mûssolînî, li Sovyetê li ser navê kedkaran be jî avaniyên Stalîn pêk anîne li ser dewletê serwer bûn. Li Tirkiyê burjuwaziya ciwan a Tirk, di despêkê de bi şeweyekî yekdestdar naçar bû bibe xwediyê dewletê û bi dijwarî pê ve girêdayî bûya.
Hêza dewleta lewaz a xweşbînî ji çend partiya re raber bike nebû. Ji ber vê sedemê jî derfet ji partîbûnek bitendurist re nayê dayîn. Lê belê paşê dema bingeha kapîtalîst pêş ket û nakokî zêdebûn pêdiviya partîbûnê jî zêde dibe.
Dê berdewam bike….