QAMIŞLO – ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê’ li Qamişloyê li Çerxerêya Osman Sebrî destpê kir.
Bi deh hezaran kesên ji navçeyên Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çil Axa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo yên kantona Qamişlo, her wiha şêniyên Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan û Hesekê yên kantona Hesekê tevlî meşê bûn.
Her wiha nûnerên deste û meclîsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêmê, partiyên Kurd, Ereb û Suryan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên tevger û rêxistinên jinan, rêxistinên civakî û sivîl, ciwan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hunermend cihê xwe di meşê de digirin.
Di meşê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin teşîr kirin û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê hat silavkirin.