NAVENDA NÛÇEYAN – Kolektîfa medyaya anarşîst a naskirî ya sub.media vîdyoyek ku li ser rewşa îroyîn a Kurdistanê bi hevkarî li gel koma Brazîlî Antimídia di malperên xwe de parve kir. Vîdeo nêzîkatiyên êrîşên dagirkeriyê yên ku li Başûrê Kurdistanê û Şengalê pêk tên, ji ber ku armanca dewleta Tirk a faşîst têkbirina Şoreşê ye.
“Têkoşîna şoreşgerî ya gelê Kurd di sala 2013’an de piştî serkeftina Şoreşa Rojava û rola hêzên parastinê di têkbirina DAIŞ’ê ya bi navê Dewleta Îslamî de lîstiye, di sala 2013’an de rastî medyayê hat. Lê belê ev têkoşîn di salên 1970’an de li Bakur dest pê kir. Kurdistan, komek xwendekar û xebatkarên kurd ji bo otonomiya Kurdistanê ji çar beşan hatibûn gel hev û xwe rêxistin kiribûn.
Şerê li Rojava ne tenê ji ber ku têkoşîna di navbera hêzên xweparastinê yên gel li dijî DAIŞ’ê de bû, ji ber ku jinên li eniyên herî pêş şer dikirin, bala cîhanê kişand. Yekîneyên Parastina Jinê, bi navê YPJ’ê tê zanîn, ji hêla medyaya cîhanê ve bi navûdeng bû. Lê belê, medyaya pargîdanî qet eleqedar nebû ku çîroka van jinan çawa xwe birêxistin kirine û ji bo çi armancê. Pêvajoya şoreşgerî ya li Kurdistanê weke xelekeke bingehîn şoreşa jinê ye. Ew ji damezrandina PKK, Partiya Karkerên Kurdistanê ve, hene. Ji wê demê û vir ve bi hezaran jin tevlî têkoşînê bûne, bûne sedema avakirina tevgerên jinan ên xweser, di sala 1993’an de jî artêşbûna jin tê avakirin bi navê gerîlayên jin, piştî wê jî li Rojavayê Kurdistanê bi navê YPJ’ê artêşa jin tê avakirin.
Şoreşa Rojava tevgera şoreşgerî ya Kurd hîn zêdetir enternasyonal kir û ji wê demê ve her ku diçe zêdetir enternasyonalîst tevlî têkoşînê dibin. Şoreşê bala hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst jî kişand, ku ji roja destpêkê heta îro êrîşî wê kirine. Di sala 1999’an de saziyên îstîxbaratê yên DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê li dijî Abdullah Ocalan ku ew jî Rêbertî destpêkê ji avakirina tevgera azadiya Kurdistanê re kirî û ji bo konfedralîzma demoqratîk têkoşîn kirî, bi komployekê dîl hate girtin. Ev komplo bi anîna wî li Kenyayê û sirgûnkirina wî bo Tirkiyê bi dawî bû. Cezayê îdamê li Ocalan hat birîn û piştre jî cezayê muebetê hat veguherandin. Ji wê rojê ve li girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û heta roja îro di bin îşkenceya psîkolojîk de ye. Krîmînalîzekirina partiyê û tora piştevaniya wê tenê hûrtir bûye, her wiha êrişên hundir û derve jî.
Ji sala 2015’an û vir ve dewleta Tirk bi desteka leşkerî-teknolojiya NATO’yê, li tevahiya Rojhilata Navîn û derveyî wê helwesteke çalaktir û êrîşkar girtiye ser xwe. Erdogan û rejîma koalîsyona faşîst a ku niha li Tirkiyeyê desthilatdar e, li pey xeyalên berfirehbûyîn e. Ji wê rojê heta niha gelek êrîşên dagirkeriyê li ser Rojava tên kirin. Tirkiye di nakokiyên navbera Ermenistan û Azerbaycanê, Lîbya, Qibris, bakurê Iraqê û li başûrê Kurdistanê de roleke sereke lîstiye. Plana Tirkiyê ewe ku di piraniya sînorê xwe yê başûr de, ku dixwaze başûrê Kurdistanê, bakurê Iraqê û Rojava, bakurê rojavayê Sûriyê bigire nav xwe, xetekê bikşîne, da ku di revîzyona Peymana Lozanê ya sala 2023an de herêmên nû bi dest bixe. Van herêman ji bo xaka xwe ya neteweyî û çavkaniyên xwe yên xwezayî ku ji bo aboriya Tirkiyeyê ya têkçûyî girîng in, bi cih bike.
“Di 17’ê Nîsanê de dewleta Tirk a faşîst careke din êrîşî herêmên Zap û Avaşînê kir. Ji wê rojê û vir ve heval careke din li ber xwe didin, dewleta Tirk dîsa çekên kîmyewî li dijî dostên me, gelên li dîasporayê, civaka Kurd, tevgerên şoreşger li çar aliyên cîhanê li dijî vê dagirkeriyê serî hildidin.
Heman roja ku dagirkerî li Başûrê Kurdistanê (li herêmên çiyayî), Herêmên Parastina Medyayê, artêşa Iraqê jî êrîşî çeperên YBŞ/YJŞ’ê kir, gelê Şengalê û civaka Êzidî soza berxwedanê ya li dijî êrîşan dan. Soza parastina axa xwe dan.