AARAÛ – Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê bi armanca protestokirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ya bi hevkariya PDK’ê û êrîşa hêzên girêdayî hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê û xwedî derketina li gerîlayan çalakiyek hate lidarxistin.
Rêxistinên ciwanên şoreşger ên Swîsreyê û endamên rêxistina ciwanan a Partiya Sosyalîst (SP) JÛSO jî piştgirî dan çalakiya li Bahnhofplatz a Aaraû hat lidarxistin.
Çalakî bi deqeyekê rêzgirtin, di şexsê şehîdên meha Gulanê de, ji bo tevahî şehîdên şoreşê û herî dawî ji bo şehîdên li qadên Herêmên Parastina Medya şehîd bûne destpêkir.
Di dawiya meşê de ciwanan peyamên xwe dan û dan diyar kirin ku wê ciwan li hember her êrîş û dagirkeriyê de xeta pêş ya têkoşînê de cihê xwe bigrin. Herî dawî bi siloganên Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire Faşîzm” bi dawî bû.