STENBOL – Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Cafer Cangoz a HBDH’ê de hat gotin, “Me roja duşemê 2’ê Gulanê li Sariyerê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan a marka Ural bi teknîkeke taybet çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiya sabotajê de wesayîta polêsan wergeriya polîsek mir, 2 polîs jî bi giranî birîndar bûn.”
‘EM Ê PERGALA FAŞÎST HILWEŞÎNIN’
Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hat gotin:
“Dewleta faşîst di demên dawî de zextên xwe zêde kiriye. Li hemberî hêzên me yên milîs hemû derfetên xwe seferber kirine. Dijmin qaşo em xistine destên xwe. Li pey me ne û hindik maye me bigre!
Wezîrê Karên Hundir ê faşîst Soylu danê êvarê bi vî rengî diaxive. Ew tehdîdan dike. Dibêje ku ew gelek hêzdar in, kes nikare wan têk bibe. Soylu yê faşîst pir dipeyive, vala dipeyive!
Weke milîsên HBDH’ê em dubare dikin: Li me dûr negerin. Em li ber pozê we ne! Em têra xwe nêzîk in ku em bigihîjin wesayîtên we. Weke parêzvanên şoreşa xwe ya yekbûyî em li ser patikê hemû faşîst, îşkencekar û zalimên ser gelên xwe ne! Em wek bêhnekê nêzîk in!
Em hemû êşkencekaran, polîsên faşîst û serokê wan Soylu re dibêjin ku hûn ê nikaribin pêşiya me bigirin!
Bi hêza ku em ji gelên xwe digirin, em ê we û xwediyên we bidin ber çokan. Em ê vê pergala mêtînger a faşîst hilweşînin.”